Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Êdî Li Îmraliyê Hevdîtin Nabe

Êdî Li Îmraliyê Hevdîtin Nabe

05 Ekim 2012 Cuma 08:57
Rêvebirê PKKê Mûrat Karayilan bal kişand ku hevdîtin weke berê nayên meşandin û got; “Ger hevdîtin çêbibin, li Îmraliyê nabin...

Ger şert û mercên tenduristî-ewlehî-azadiya Rêbertiyê pêk bê wê demê dibe. Rêya çareseriya mayînde ya vê pirsgirêkê ev e."

“Lîderê PKKê Mûrat Karayilan piştî kongereya AK Partiyê fikr û ramanên xwe pêş xist û wiha got: “Li Îmraliyê li ser Apo, tecrîd û zexta psîkolojîk hene. Di van demên dawiyê de galgalek belav bû. Ji ber vê hevdîtinek a malbatê çêbû. Ev yek nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Mafê her girtiyek ê xwezayî, qanûnî û gerdûnî heye ku hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk bînin. Lê evane ji bo Rêbertiya me hatine qedexekirin. Bawer im ji ber daxwazên cûda, di encama zextan de hevdîtinek a wî bi birayê wî re çêbûye. Tenê ev e.”

Karayılan gotinên Erdoğan ên : “dikarin hevdîtin li Îmralî jî, li Osloyê jî bikin” wek teqtîk nirxand.

Karayılan wiha pê de : “Ger dewleta Tirk biryarek wiha dabe û bi biryar be ku dê pirsgirêka Kurd çareser bike, divê beriya her tiştê projeya xwe deyne holê. Muxatbên pirsgirêka Kurd, hevpişkên pirsgirêka Kurd diyar in. Tu li aliyekê dibêjî ez bi aliyê siyasî û qanûnî yê Kurdan BDP’ê re rûnanim, li aliyê din dibêjî ez ê bi PKK’ê re li Osloyê rûnim. Gelo ev ne nakokî ye? Tu dê mafê destnedanê yê parlementerên ku silav dan gerîlayan rakî, biavêjî girtîgehê; tu dê bêjî ez ê bi gerîlayan re li hev bikim! Gelo samimiyeta vê li kû ye. Ev yek taktîkek e…” (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler