Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Êdî stran û awazên Kurdî yên Yêrêvanê parastî ne

Êdî stran û awazên Kurdî yên Yêrêvanê parastî ne

10 Mayıs 2012 Perşembe 06:48
Zincîra bergên 4 û 5emîn ên 'Stran û awazên Kurdî yên Radyoya Yêrîvanê' ji aliyê Cemîla Casimê Celîl û keça wê Naza Celîl û bi piştgiriya Înstituya Kurdzaniyê ya Wîena hatibûn amadekirin, derketin.

Zincîra bergên 4 û 5emîn ên 'Stran û awazên Kurdî yên Radyoya Yêrîvanê' ku bi sernavê 'Yêrîvan xeber dide(dipeyive)' ji aliyê Kompozîtor û Mûzîkzan Cemîla Casimê Celîl û keça wê Naza Celîl û bi piştgiriya Înstituya Kurdzaniyê ya Wîena hatibûn amadekirin, derketin. Di berga 4'emîn de 192 stran û 6 awazên Kurdî û di berga 5'emîn de jî 151 stran û 9 awazên Kurdî li gel notayên wan ên muzîkê cih girtine. Herwiha li gel van herdu bergan du CDyên ku hin stran û awaz têde ne û meriv dikare wan stran û awazan guhdarî bike jî hene. Berga pêşîn; Stran û Dîlanên Kurdî di 2001ê de li Yêrîvanê, berga 2yemîn; Stran û Awazên Kurdî di 2002yê de li Yêrîvanê û berga 3yemîn jî; Stran û Awazên Kurdî-Hewreman. Di sala 2006ê de li Yêrîvanê hatibûn çapkirin. Şanî gotinê ye her 5 bergên stran û awazên Kurdî jî ji arşîva stran û awazên Kurdî yên ku di dengxaneya radyoya Yêrîvanê hatine weşandin pêk tên. Di derbarê arşîva radyoya Yêrîvanê de Serokê Înstituya Kurdzaniyê ya Wîena dîrokzan û Kurdnas Prof. Celîlê Celîl ji AKnewsê re ragihand ku di arşîva radyoya Yêrêvanê ku ji sala 1955î ve weşana bi Kurdî dike de nêzîkî 1500 stran û awazên Kûrdî hene. Celîlê Celîl da zanîn ku ev stran û awazên Kurdî ji aliyê Casimê Celîl, ku di navbera salên1955 û 1963ê de û keça wî Cemîla Celîl ku di navbera salên 1967 û 2002yê de berpirsên radyoya Yêrîvanê beşa Kurdî bûne hatine tomarkirin û parastin. (AKnews)

Diğer Haberler