Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Egîtîm Sen: 30 hezar endamên me dikarin dersa kurdî bidin

Egîtîm Sen: 30 hezar endamên me dikarin dersa kurdî bidin

06 Temmuz 2012 Cuma 23:09
Serokê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê ya Amedê, Kasim Bîrtek: Dersa Kurdî ne çareseriye, çareserî ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeya bi kurdî ye

Serokê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egitim-Sen) a Amedê, Kasim Bîrtek, got dersa bijarte têra Kurdan nake û ew amade ne ji bo perwerdehiya bi kurdî endamên xwe seferber bikin. Bîrtek got ku 30 hezar mamosteyên endamên wan dikarin di demeke kin de perwerdehiya bi kurdî bidin.

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê (Egitim-Sen) li Tirkiyeyê yek ji sendîkayên herî xurt e. Bi tevahî 125 hezar endamên vê sendîkayê hene. Ji bo ku sendîka xurt nebe, di salên 90î de gellek rêveberên wê bi awayeke kiryar nediyar hatin kuştin. Egitim-Sen yekemîn sendîka ye ku di rêziknameya wê de xala “mafê perwerdehiya zikmakî” heye.  Di salên 2005ê de ji ber vê xalê doz lê hate vekirin. Ji bo ku sendîka neyê girtin, ev xal bi awayekî demkî ji rêziknameyê hat derxistin û piştre careke din heman xal li rêziknameyê hat zêdekirin. Di demên dawî de, serokê giştî yê Egitim-Senê, Lamî Ozgen, jî tê de, bi dehan xebatkarên wê hatin girtin. Lê Ozgen piştre serbest hate berdan.

Di nava endamên Egitim-Senê de 50 hezar mamosteyên kurd hene. Tenê li Amedê 8 hezar endamên wan hene. Li gorî agahiyên ku serokê Egitim-Sena Amedê, Kasim Bîrtek, da Rûdawê, ji van endamên sendîkaya wan 30 hezar mamoste dikarin bi kurdî biaxivin, binivîsin û bixwînin. Di nava van endaman de hezar kes niha dikarin dersa rêzimanê kurdî bidin. Kasim Bîrtek got eger perwerdehiya bi kurdî bi awayekî qanûnî pêk bê, 30 hezar endamên wan bi perwerdehiyeke demkurt wê bikaribin bi hêsanî dersa kurdî û mijarên din ên perwerdehiyê bidin. Bîrtek got ew dersa bijarte ya kurdî weke xapandinekê dibînin û ji şaredariyên BDPê xwest ji bo pêşîlêgirtina asîmîlasyonê hêlînên zarokan vekin. Bîrtek wiha axivî: “Dersa bijarte ne çareserî ye. Çareserî ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî ye. Ev jî têr nake. Divê li bajarên Kurdan rêveberiya perwerdehiyê ji Kurdan were damezrandin. Heta ku ev yek pêk bê, divê şaredarî ji bo zimanê kurdî tiştên dikevin ser milê wan pêk bînin û eger bê xwestin, bi van 100 şaredariyên BDPê dikarin pêşî li asîmîlasyonê bigrin.”

Bîrtek dersa bijarte weke “perwerdehiya korsan” bi nav kir û bal kişand ser wê yekê ku perwerde bi awayekî qanûnî nayê kirin. Bîrtek got ku Kurd ne miletekî korsan in ku perwerdehî bi korsanî bê dayîn û xwest Kurd li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe bi awayên cûr bi cûr nîşan bidin.

Maşallah Dekak / Rûdaw

Diğer Haberler