Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ehmed Turk: Ez gotinên Leyla Zana qebûl nakim

Ehmed Turk: Ez gotinên Leyla Zana qebûl nakim

17 Haziran 2012 Pazar 16:05
Ehmed Turk, diyar kir, serokwezîrê Tirkiyê şûna ku pirsa kurd çareser bike her ku diçe dikeve rewşeke bi xof û tirsê de û xekê ji xwe dide revandin.

Hevserokê DTK û parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê, Ehmed Turk, diyar kir, serokwezîrê Tirkiyê şûna ku pirsa kurd çareser bike her ku diçe dikeve rewşeke bi xof û tirsê de û xekê ji xwe dide revandin.

Siyasetmedarê navdarê kurd û parlamenterê Mêrdînê, Ehmed Turk jî, bersiva gotinên wê yên li bara çareseriya pirsa kurd de ku gotibû “baweriya min bi Erdogan heye ku pirsa kurd çareser bike” da.

Ehmed Turk, ji rojnameya Akşam a Tirkiyê re axivî û got, beriya her kesî, dewlet û hikûmet li hember çareseriya pirsa kurd berpirsiyar in, ji ber wê jî erka herî mezin dikeve ser milê serokwezîr Erdogan.

Turk, diyar kir, serokwezîr di nav du salên borî de, bêhurmetiyê li hember kurdan dike û ev şêwaza wî zêde baweriyê nade mirov. Li hember BDP, ku dixaze pirsê çareser bike, wek dijmin nêzîk dibe û hêrs û kîna wî li hember siyasetmedarên kurd nîşan dide ku zêde naxaza pirsa kurd çareser bike lê ev pirs ji bilî diyalogê rêyeke din a çareseriyê tune.


Ehmed Turk, bal kişand ser gotinên Leyla Zana yên bo rojnameya Hurriyetê gotibû û wiha axivî, “Leyla Xanimê hinek rastî aniye ziman. Lê ez gotinên wê yên ku dibêje Erdogan dikare pirsa kurd çareser bike, qebûl nakim. Ji ber ku Erdogan her ku diçe dikeve rewşeke bi xof û tirs û xelkê ji xwe dide revandin.”

PKK jî duh bêyî ku navê Leyla Zana bîne, li hember gotinên Zana nerazîbûn nîşan dabû û rexne kiribû.

AKnews
 

Diğer Haberler