Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Elçî: Leyla Zana rast dibêje

Elçî: Leyla Zana rast dibêje

15 Haziran 2012 Cuma 23:46
Şerafedîn Elçî, piştevaniya gotinên Leyla Zana li bara çareseriya pirsa kurd kir û got, “Ez pişta birêz Leyla Zana digirim”.

15 Hezîran  – Siyasetmedarê navdarê kurd û parlamenterê Diyarbekirê, Şerafedîn Elçî, piştevaniya gotinên Leyla Zana li bara çareseriya pirsa kurd kir û got, “Ez pişta birêz Leyla Zana digirim”.

Piştî ku serokê BDP Selaheddîn Demîrtaş, rexne li gotinên parlamentera Diyarbekirê, Leyla Zana, ku gotibû “ez bawer im serokwezîr dikare pirsa kurd çareser bike”, girtibû, parlamenterê BDPê yê Diyarbekirê pişta wê girt.

Li gorî nûçeya rojnameya Taraf a Tirkiyê, siyasetmedarê kurd û serokê KADEP, Şerafeddîn Elçî, gotinên Zana yên li bara çareseriya pirsa kurd erênî nirxan û wiha got, “Ez pişta birêz Leyla Zana digirim. Min jî her ji destpêkê ve digot vê pirsê tenê serokwezîr Erdogan dikare çareser bike.”

Elçî, diyar kir, divê herkes li dijî çekdan derkeve û çek bên bêdengkirin û û rola serokê Herêma Kurdisatnê, Mesûd Barzanî û serokomarê Iraqê û serokê YNKê, Celal Talebanî di çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê girîng nirxand û wiha anî ziman:

“Birêz Mesûd Barzanî û Celal Talebanî gelekî dixazin pirsa kurd bê çareserkirin û dixazin her du aliyên vê pirsê razî bikin.”

AKnews
 

Diğer Haberler