Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Em dikarin xwe li rojava biparêzin, lê divê tiştên baştir bikin

Em dikarin xwe li rojava biparêzin, lê divê tiştên baştir bikin

09 Ekim 2012 Salı 08:13
Berdevkê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Ehmed Silêman diyar kir ku ew ji bo xwe Tirkiyeyê wekî gefê nabînin û wiha got: "Ji Tirkiyeyê bendewariyên me hene. Em hêvî dikin ku dê piştgiriyê bidin çareseriyê."

Berdevkê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Ehmed Silêman diyar kir ku ew ji bo xwe Tirkiyeyê wekî gefê nabînin û wiha got: "Ji Tirkiyeyê bendewariyên me hene. Em hêvî dikin ku dê piştgiriyê bidin çareseriyê. Siyasetmedarên Tirkiyeyê gelek tişt dibêje, lê tu tiştî nakin."

Berdevkê DBKê Ehmed Silêman, Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kir. Şand ji aliyê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut ve hate pêşwazîkirin. Li ser navê şandê Ehmed Silêman anî ziman ku ew dixwazin rewşa kurdên sûriyeyê ji dost û hogirên xwe yên li Tirkiyeyê re vebêjin û ji bo vê yekê hatine Amedê. Silêman, anî ziman ku rewşa wan baş e, lê herêmên din bi fikar in û wiha got: "Em dikarin xwe biparêzin. Lê divê em tiştê hîn baştir bikin.” Silêman da zanîn ku rewşa herêma Federel a Kurdistanê baş e û wiha got: "Divê rewşa me ya Kurdistana Bakur hîn baştir be. Sînorê Sûriyê yê herî fireh bi Tirkiyeyê re ye. Divê ev yek li ber çavan bê girtin. Em hê jî di pêvajoya sazûmankariyê dene. Em Tirkiyeyê ji bo xwe wekî tehdît û gefan nabînin. Em dixwazin ku piştgiriyê bidin çareseriyê. Esad daxuyani da û got 'Min ew top neavêtine' û kesên ku van bûyeran pêk tînin dixwazin aloziyê derxin."

Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku ew ji vê ziyaretê kêfxweş in û diyar kir ku êdî pêdiviya kurdan bi yekîtiyê û tifaqê heye.(Rûdaw))

Diğer Haberler