Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Em Dixwazin Bi Tirkiye Re Pêwendiyan Xurt Bikin

Em Dixwazin Bi Tirkiye Re Pêwendiyan Xurt Bikin

21 Kasım 2012 Çarşamba 10:23
Barzanî li Selahedîn pêşwaziya balyozê Tirkiyê yê Iraqê Yunus Demîrer û konsolê giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê Aydin Selcen kir.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hate nirxandin ku berjewendiya hevbeş a herdu gelê Kurdistan û Tirkiyê mîsoger bike. Di vî warî de Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya li ser karê hevbeş a bi navê pêşxistina pêwendiya dostaniya du alî dûbare û bi taybetî sexlemkirina pêwendiyên stratejik ku sûd ji bo herdu aliyan di warên siyasî, aborî, bazirganî, geşepêdan û veberhênanê de hebe.

Balyozê Tirkiye jî rola serok ê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo berfirehkirina aseya alîkariya ligel Tirkiyê de bilind nirxand. Navbirî diyar kir ku pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêmê de pêşketineke ber bi çave û ev pêwendî jî li navçeyê de bûye sedema parastina aramiyê, welatê Tirkiye jî li ser pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê berdewame û dixwazin ber bi pêştir ve jî bibin.

Li beşekî din a hevdîtinê de derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê û pêşketinên dawî ya rewşa Suriye û her wiha hin mijarên cihê girîngîpêdana herdu aliyane, danûstandina bîr û ramanan li ser kirin.

Çime: xeberenkurdi.com

image

Diğer Haberler