Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Em ji bo rol leyîstinê amadene’

Em ji bo rol leyîstinê amadene’

25 Ekim 2012 Perşembe 18:59
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya parlamentera Amedê Leyla Zana kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew ji bo rol leyîstinê amadene.

Duh (24.10.2012) berî nîvro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana kir.

Di hevdîtina navbera Nêçîrvan Barzanî û Leyla Zana de pirsa kurd li Tirkiyê û pêşveçûnên li navçeyê hatin guftûgokirin. Herdu aliyan dakokî li aramkirina rewşê û rawestandina xwînê ya navbera hêzên PKK û Tirkiyê de bê kirin. Herwiha ji bo dîtina rêyeke ji bo çareseriya pirsa kurd hewldan bên kirin.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku pirsa kurd li Tirkiyê pirsekî siyasiye, tenê dikare bi rêya aştiyane û diyalogê bê çareserkirin û got: “Divê hemû alî têbigihin ku ev pirs bi ti awayî bi rêya çalakiyên çekdarî û operasyonên leşkerî çareser nabe. Ev şêwaz tenê pirsgirêkan aloztir dike û ti sûdê wê ji bo ti aliyekê nîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dûbare kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rolekî erênî di çareseriya pirsê de bibîne amadeye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Herêma Kurdistanê wekî hemû demê ji bo aramkirina rewşê û dîtina rêyeke çareseriyê amadeye rol bileyîze.”(Rûdaw)

Diğer Haberler