Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Em li vir in’ bi kurmancî derket

‘Em li vir in’ bi kurmancî derket

17 Mayıs 2012 Perşembe 21:55
“Em li vir in”! Pertûka Beroj Akreyî ji wergera Besam Mistefa ji weşanxaneya Avestayê li Stenbolê derket.

17 Gulan  – “Em li vir in”! Pertûka Beroj Akreyî ji wergera Besam Mistefa ji weşanxaneya Avestayê li Stenbolê derket.

Beroj Akreyî ku bi xwe kurmancîaxêv e, li Swêdê rojên dawî yên jiyana mirovên swêdî, bi farisî û soranî nivîsand, kitêba “Em li vir in” li Tehran (farisî) û Hewlêrê (soranî) derket; li Hewlêrê Besam Mistefa ew wergerand kurmancî, û bi fotoyên eslî yên kesê di çîrokan de, li Stenbolê, di nav weşanên Avesta de çap bû.

Beroj Akreyî li ser tecrûbeya xwe ya nivîsandina vê kitêbê, weha dipeyive, “Karkirin ji kesên mîna me re li diyasporayê, yan maliştin û paqijkirina hotêlan e, yan şûştina firaxan li xwaringehan; yan jî karên ji van girantir û bê nirxtir in. Hevalekî min ê îranî hebû ku li mala pîr û kêmendaman kar dikir. Ez gelek caran pê re rûdiniştim û min li rewş û jiyana wan pîrejin û kalemêrên ku jiyabûn û kar kiribûn û îcar jî, ji jiyana civakê îzole bûbûn, dipirsî.”

Akreyî dibêje, “Min ji destpêkê ve dizanibû ku pênûsa min tenê divê şahid be û wek kamerayê kar bike. Vebêjerê min kar dike û tiştekî li ser xwe nabêje. Bi ser de jî nabêje betilî me, nabêje hest bi çi dike, nabêje li çi difikire û di dawî bi xwe jî winda dibe û çîroka xwe di rûpela dawî de û bi peyvekê dinivîse: Kû der?”

Rexnegirê îranî Makan Ensarî ji bo “Em li vir in“ wiha dibêje: “Mirovên Beroj Akreyî di saetên dawî yên jiyana xwe de ne. Piraniya jin û mêrên pîr rastî pirsgirêka xurifînê hatine û dema wan ya bihurî ji bîra wan çûye. Ev çîrok di sînorekî zirav de, ku di navbera jiyan û mirinê de ye, derbas dibin. Her peyveke ku bilêv dikin, di bin siya mirinê de derbas dibe. Sîbera mirinê ew tişt e ku wate daye jiyana windakirî ya kesayetiyan û tevahiya vê kitêbê.“

Ev kitêb ji aliyê “Xelata Hoşeng Gulşîrî”, “Xelata Mîhrecana Edebiyatê” û “Xelata Nivîskar û Rexnegirên Îranê” ve hatiye namzetkirin.

Beroj Akreyî, di sala 1963an de li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî têkçûna şoreşa Barzanî di sala 1975an de berê xwe daye Îranê û 15 salan wek penaber li Îranê jiyaye. Ji sala 1990 heya 2010an, li Swêdê jiyaye. Ev du sal in hatiye başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê rûdine.

Beroj Akreyî pênc kitêbên helbestan bi kurdî-soranî belav kirine. Du kitêbên çîrokan bi zimanê farisî li Tehranê belav kirine, ku herdu ji bo xelatên edebiyatê yên Îranê hatine namzetkirin. Berhemên Ehmed Şamlû, Huşeng Golşîrî, Firûx Ferrûxzad, Saêdî û... wergerandine zimanê kurdî. Gelek hevpeyvîn jî bi nivîskarên navdar yên Îranê re kirine.

(AKnews)
 

Diğer Haberler