Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
ENKS: Bila NATO li Sûriyê herêma tampon ava bike

ENKS: Bila NATO li Sûriyê herêma tampon ava bike

07 Temmuz 2012 Cumartesi 14:56
Varoj Têlo, got ew naxwazin Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê herêmeke tampon ava bike û xwest di şûna Tirkiyeyê de NATO herêmeke tampon ava bike û ewlehiya kurdan biparêze.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê û Partiya Demokrat û Pêşverû ya Kurdên Sûriyê Varoj Têlo, got ew naxwazin Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê herêmeke tampon ava bike û xwest di şûna Tirkiyeyê de NATO herêmeke tampon ava bike û ewlehiya kurdan biparêze.

Komîteya Piştgiriya Kurdên Sûriyê ya Amedê, li avahiya Partiya Azadî û Sosyalîst (OSP) civîneke çapameniyê pêk anîn. Nûnerên HAK-PAR, Însiyatîfa Azadî, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê, OSP û rewşenbîrê kurd Seîd Veroj di civînê de amade bûn. Li ser navê beşdaran Seîd Veroj axivî û bal kişand di Konferansa Sûriyê ya Qahîreyê de ji bo mafên neteweyî yên kurdan tu daxwazek nehatiye kirin û ji ber vê yekê kurdan ev konferans protesto kirine. Veroj, xwest hemû mafên neteweyî yên kurdan bê naskirin û kurd bikaribin xwe bi destê xwe bi rê ve bibin.

Piştre Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê û Partiya Demokrat û Pêşverû ya Kurdên Sûriyê Varoj Têlo axivî. Têlo, li ser pirsa Rûdawê ya “Tirkiye dixwaze li herêma kurdan herêmeke tampon ava bike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?” wiha got: “Em naxwazin cînarên Sûriyê li herêma me herêmeke tampon ava bikin. Heke NATO herêmek ava bike, em ê piştgirî bidin vê yekê. Em dixwazin NATO ewlehiya gelê me biparêze.” Têlo, bal kişand Rûsya hê jî piştgirî dide rejîma Sûriyê û got ew di wê baweriyê de ne ku dê Rûsya jî dev ji vê helwesta xwe berde.

Rûdaw

Diğer Haberler