Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
ENKS û PYD: Tirkiye ji hevgirtina Kurdan acize

ENKS û PYD: Tirkiye ji hevgirtina Kurdan acize

26 Temmuz 2012 Perşembe 23:51
Nûnerekî ENKSê jî got: “Dema me Desteya Bilind çêkirî, em ne neçarin destûrê ji Tirk bigrin. Ger em guhê xwe bidin Tirkan, em tiştekî nakin.”

 

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku ew rê nadin li bakurê Sûriyê dewletekî cûda çêbibe. Li hemberî van gotinên Erdogan, nûnerekî PYDê ji Rûdawê re got: “Acizbûna Tirkiyê jî tiştekî hêsaniye, çi kesê xêr û hevgirtina Kurdan naxwazin, dixwazin kurd parçe bin.” Nûnerekî ENKSê jî got: “Dema me Desteya Bilind çêkirî, em ne neçarin destûrê ji Tirk bigrin. Ger em guhê xwe bidin Tirkan, em tiştekî nakin.”

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan şeva din beşdarî kanalekî televizyonê bû. Erdogan derbarê pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin de axivî û got: “Rejîma Esed bi giştî bakur ji wan re hêla û ketiye ser rêya derketinê. Em qet li vê derê rê nadin rêxistinbûna PKKê. Di vê xalê de tişta pêwîst emê bikin. Hessasiyeta Tirkiyê ya di mijara rêxistina terorê de diyare. Çêbûna statuyek li Qamişloyê jî Tirkiyê dilgiran dike.”

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê Herêma Kurdistanê Hûseyîn Koçer:

Niha li Rojavayê Kurdistanê hevgirtinek di nava hemû hêz û aliyên kurdî de pêşdikeve. Ev meheke ji bo hevgirtina gelê kurd li Rojava civîn didomin. Di encamê de desteyek bilind ji bo Rojavayê Kurdistanê hat diyarkirin. Ev şand berpirsyartiya rêxistinkirina di warê ewlekarî, civakî û hemû aliyên jiyanê de digre stûyê xwe. Hemû alî jî ciddî nêz dibin. Ev ji bo tevayî gelê me cihê hêvî û keyfxweşiyê ye. Dibe ku ev li xweşa wan neçe û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Lê rastiyeke, ti peywendiya hêzekî derve li Rojavayê Kurdistanê nîne. Gotinên derdorê yên dibêjin, ‘Kurd girêdayî kîjan partiyê ne û girêdayî Başûrê Kurdistanê ne’ çîrokin. Rojavayê Kurdistanê îrade û nûnertiya xwe diyar kir, ji niha û pêde wê desteyê wekî rêberê xwe dibînin. Tevayî civaka Rojavayê Kurdistanê wê li gorî biryar û gotinên wan tevbigerin. Acizbûna Tirkiyê jî tiştekî hêsaniye, çi kesê xêr û hevgirtina Kurdan naxwazin, dixwazin kurd parçe bin. Ev kes jî nerazîbûna xwe diyar dikin. Ew nerazîbûn jî zêde bandorê li me nake. Ger hevgirtina Kurdan çêbe, li cîhanê ti kes û rêxistin nikare destdirêjî kurdan bike yan jî vî îradeyê ne pejirîne.

Berpirsê Ragihandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nûrî Birîmo:

Dema em karekî hevbeş dikin, em rêzê li cîranan digrin. Lê em ne ji bo Tirkan tiştekî dikin. Dema me Desteya Bilind a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çêkirî, em ne neçarin ku destûrê ji Tirk an jî aliyekî din bigrin. Ev desteya me ne destdirêjiya li ser ti kesiye. Em vê desteyê wekî yekrêziya kurdan dibînin, emê karê xwe bikin û vêca helwesta Tirk û Ereban çiye. Berevajî pêwîst bû Tirk û Ereban jî pîrozbahî ji me re şandiban û gotiban, gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dibin yek û li dijî rejîma Esed karê xwe dikin. Li cihî pîrozbahiyê ji me re bişînin, me tehdît dikin. Me kengê gotiye, emê dewleta Kurdî û herêmeke serbixwe ya kurdî çêkin? Me gotiye, di çarçoveya Sûriyê de mafê çarenivîsiyê û di destûrê de nasandina gelê Kurd. Ger em guhê xwe bidin Tirkan, em tiştekî nakin.

Mixabin mantiqê Tirkiyê yê Toranî difikirin ku ne tenê Qamişlo, heta Yemenê yê wan e. Ji ber ku Qamişlo nêzî Herêma Kurdistanê ye. Cîhan hatiye guhertin, Bihara Erebî dest pê kiriye, Rojhilata Navîn tê guhertin. Dibe ku di nava van guhertinan de tiştek ji bo kurdan jî çêbibe. Ev jî çav tengî û çav soriya dijmin e. Di fikra wan û Sultanê Osmaniyan de, heta Yemenê ya wan e. Ev ne mijare, dema tê gotin ‘Kurd’ Tirkiye hesase. Niha Tirkiye sûdê ji Herêma Kurdistanê digre û dizanin ger em li Herêma Kurdistanê ya Sûriyê jî tiştekî bi destê xwe ve bênin, wê dîsa sûd jê wergirin. Lê Tirkiye di tirse ku kurd li Bakurê Kurdistanê jî rabin. Tirkiye bi rengekî ji Bihara Ereb cûda, temaşeyî tiştan dikin. Lê bila Tirkiye jî bizane, ew Bihara Erebî wê bibe Bihara Kurdî û li Tirkiyê jî çêbibe.

Rûdaw

Diğer Haberler