Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ensarîoglu: Nabe dewlet ji kuştina mirovan kêfxweş bibe

Ensarîoglu: Nabe dewlet ji kuştina mirovan kêfxweş bibe

09 Ağustos 2012 Perşembe 08:17
Parlementerê AKP yê Diyarbekirê, Galîp Ensarîoglu, li hember daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyê li bara kuştina “155 gerîla”yên PKK di heyama mehekê de, wiha got, “Dewlet nikare ji kuştina mirovan kêfxweş bibe”.

Galîp Ensarîoglu, tundbûna şerê dawî yê navbera hêzên artêşa Tirkiye û gerîlayên PKK de li devera Şemzînanê ji rojnameya Tarafê re nirxand û diyar kir, PKK dixaze devera Şemzînanê bixe bin kontrola xwe û wiha pêde çû:

“PKK dixaze şerê ku li Sûriye û rojhilata navîn rû dide, veguheze Tirkiyê û nîşan bide ku li Tirkiyê jî şerê navxwe heye û xwest vê yekê li Şemzînanê cî bi cî bike.”

Ensarîoglu, got, 18 roj e li devera Şemzînanê pevçûn didome û serokwezîr amara kuştiyan ragihand û wiha axivî:

“Serokwezîr dibêje ‘115 çekdarên PKK’ hatine kuştin. Helbet ev şerekî bêwate ye. lê dewlet nikare kêfxweş bibe ku zêde kuştiye, ji ber ku her ku tên kuştin wiqas jî derdikevin çiyê. Bi kuştinê ev mesele nayê çareserkirin.”(AKnews)

Diğer Haberler