Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Erdogan diçe Rûsye

Erdogan diçe Rûsye

11 Temmuz 2012 Çarşamba 12:39
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Rûsya dike û wê derbarê Sûriyê de ligel serokê Rûsya Vladimir Putin bicive.

Li gor daxuyaniya ji aliyê serokwezîrtiya Tirkiyê ve hatî dayîn, serokwezîr Erdogan wê 18ê mehê di çarçoveya serdanên xwe de serdana Rûsye bike. Ji ber ev serdan piştî xistina balafira Tirkiyê ya ji aliyê Sûriyê ve tê, giring tê wesifkirin. Erdogan wê ligel serokê Rûsya Vladimir Putin bicive. Di hevdîtina ligel Putin de wê xistina balafira Tirkiyê ya ji aliyê Sûriyê ve û pêşveçûnên li Sûriyê bên gotûbêjkirin.  

Li aliyê din duh serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bi telefonê ligel Putin axivî û ji ber karastea lehiyê ya li Rûsye xemgîniya xwe anî ziman.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan herî dawî berî 13 rojan ligel serokê Rûsya Vladimir Putin axivibû û krîza xistina balafira ji aliyê Sûriyê ve gotûbêjkiribûn.

Rûdaw

Diğer Haberler