Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Erdogan dixwaze Colemêrgê veguhezîne Geverê

Erdogan dixwaze Colemêrgê veguhezîne Geverê

03 Ocak 2013 Perşembe 14:22
Hat zanîn ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêşniyara veguhestina navenda bajarê Colemêrgê kiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya ‘Mîlliyet’ a Tirkî Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan li bajarê Rihayê/Ûrfayê di civîna herêmî ya Yekîtiya Jûrên Cotyarî ya Tirkiyeyê de teklîfa ku navenda bajarê Colemêrgê veguhezînin Geverê kiriye. Di nûçeyê de tê gotin ku Erdogan ji saziyên sivîl ji bo pêkanîna vê yekê alîkarî xwestiye.

Serokê Jûra Cotyarî ya Geverê Adnan Onay jî ragihand ku ev yek tenê dikare bi referandûmê pêk bê.Her wiha di civînê de Onay daxwaza ku bila Gever bibe bajêr ji Erdogan kir. Hat gotin ku Erdogan wiha bersiva vê daxwazê daye:

“Ji vî qumaşî du qat cilûberg jê dernakeve. Hûn bi min re ne? Werin em navenda bajêr veguhezînin Geverê. Ez vê yekê her tim dibêjim, lê me heta niha encamekê bi dest nexistiye.”

Di nûçeya rojnameya navborî de hat gotin ku Erdogan di civîna li Rihayê de diyar kiriye ku navenda Colemêrgê di warê erdnîgarî de ligel mezinbûn û pêşkeftinê nagunce.(Rûdaw)

Diğer Haberler