Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Erdogan diyariyek da Zana

Erdogan diyariyek da Zana

01 Temmuz 2012 Pazar 01:19
Hevdîtina navbera serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana saet û nîvekê dom kir. Tê îdiakirin ku Erdogan diyariyek pêşkêşî Zana kir.

Hevdîtina navbera Erdogan û Zana saet û nîvekê dom kir. Zana di dergehê aliyê din ê avahiya serokwezîrtiyê re derket û ji bo dîmenên wê ji aliyê rojnamevanan neyê kêşan.

Li gor nûçeya malpera televizyona NTV a Tirkiyê, Erdogan diyar kiriye ku hevdîtina ligel Zana ‘baş û erênî’ derbas bûye û şalgerdan (fular, atkı) diyarî Zana kiriye.

Zana li beramberî diyariya Erdogan got: “Qasî ku hûn texmîn nekin, we ez keyfxweş kirim.” Li gor îdiayan Erdogan di hevdîtinê de daxwaza pêşniyarên ji bo çareseriyê ji Zana kiriye. Tê gotin ku herdu alî ji hevdîtinê memnûn û erênê cûda bûn.

Cîgîrê serokwezîr Beşîr Atalay jî beşdarî civîna navbera Erdogan û Zana bû.

Rûdaw/Ajans

Diğer Haberler