Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Erdogan: Perwerdeya bi zimanê zikmakî Tirkiyeyê parçe dike

Erdogan: Perwerdeya bi zimanê zikmakî Tirkiyeyê parçe dike

11 Ocak 2013 Cuma 13:11
Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan daxuyand ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya ku di çareseriya meseleyê de yek ji xala sereke ya aliyê Kurd e, ‘ne mumkin e’

Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan daxuyand ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya ku di çareseriya meseleyê de yek ji xala sereke ya aliyê Kurd e, ‘ne mumkin e’ û got: “Perwerdehiya zimanê dayîkê di rojeva me de tune. Em ê rê nedin keys û fersendên bi vî rengî ku dibe sedemê parçebûna welatê me.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan têkildarî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re got; “Ger sadiqî xalên ku hatine muzakerekirin bimînin dê ev pêvajo berdewam bike. Lê belê ger girêdayî nemînin em ê pêvajoyê rawestînin.” Her wiha der heqê ‘girtîgeha malê’ de ya ji bo Ocalan jî Erdogan got ku ev yek ‘ne mumkin’ e.  

Li gorî Serokwezîr perwerdehiya bi zimanê zikmakî ‘welat’ parçe dike

Erdogan destnîşan kir ku, di hevdîtinan de çi teqwîm nehatine danîn, weke nexşerê jî ew ê hewil bidin xwe bigehînin armancên heyî. Erdogan got; “Heta em digehin armancên ku me dane pêşiya xwe em ê vê pêvajoyê bidin berdewamkirin. Têkildarî perwerdeya zimanê dayîkê jî heya niha tiştekî wisan li ser masaye me tune ye. Tiştek wisan di rojeva me de tune. Em ê rê nedin keys û fersendên bi vî rengî ku dibe sedemê parçebûna welatê me.”

Televîzyonê didin Ocalan

Der barê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 14 sal e li Girava Îmraliyê tê girtin de got ku pêgeha ew lê ye misoger bûye. Di vî warî de Serokwezîr Erdogan wiha pê de çû: “Hepsa malê ne mumkin e. Pozîsyon û cihê Ocalan diyar e. Cihê Ocalan lê dimîne odeyekî 12 metir çargoşeyî ye. Radyoya wî hebû, dê niha radyoyê bi televîzyonê biguherin. Ev demek dirêj e min talîmata vê yekê dabû. Min gotibû ku televîzyonekê daynin wir. ”

Erdoganê ku bersiva pirsên rojnamevana da, têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin yên li Parîsê îdîaya xwe ya ‘hesabên navxweyî’ û ‘provokasyon’ dîsan dubare kir.

Serokwezîrê Tirkiyeyê aliyê PKK’ê tawanbar kir û got: “Ger hûn balê bidin ser daxuyaniyên min, tiştekî ku pêşiya vê hatiye kirin û wê îşaret dike. Çi bûn ew pêngavên bi niyetên baş berê hatibûn avêtin, lê mixabin ji aliyê niyetxiraban ve hatibûn astengkirin û bê encam mabûn. Li vir dibe ku di encama hesabên navxweyî de derketibe yan jî dibe ku li dijî pêngavên niyetbaş ên me avêtibin. Ji bo vê pêwîst e em li benda encamên lêkolîn û lêpirsîna hikûmeta Frensê bin.”

Erdogan bal kişand ser avahiya ku komkujî lê hatiye kirin deriyê wê bişîfre ye got ku egera ‘kesek ji hundir be’ ‘bihêz dike’.(Rûdaw)

Diğer Haberler