Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Erdogan: Sûriya balafira me anî xwar û lêburîn xwest

Erdogan: Sûriya balafira me anî xwar û lêburîn xwest

23 Haziran 2012 Cumartesi 11:22
Serokwezîrê Tirkiya Receb Tayyip Erdogan ragihand ku balafira şerî ya Tirkiya bi guleyên hêzên Sûriya kete xwar û Şamê jî lêburîn xwest.

23 Hezîran  – Serokwezîrê Tirkiya Receb Tayyip Erdogan ragihand ku balafira şerî ya Tirkiya bi guleyên hêzên Sûriya kete xwar û Şamê jî lêburîn xwest.

Li gorî nûçeya malpera al-Arabiya, Erdogan tekîd kir ku hikûmeta Sûriya li hember wê bûyerê daxwaza lêburînê ji Tirkiya kir.

Erdogan aşkere kir ku her du balafirvanên nav wê balafira ku di deriyaya Spî de kete xwarê, sax in.

Ajansa nûçeyan a Sûriya “Sana” ji zarê çavkaniyeke leşkerî belav kir ku duhî saat 11:40 deqe (bi dema Sûriya) hêzên wan balafireke şerî anîne xwar.

Çavkaniyê bal kişand ku piştre diyar bû ku balafir a Tirkiya ye û derbasî asmana Sûriya bû û li gorî yasa reftar digel hate kirin.

AKnews

Diğer Haberler