Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Êrîşkarên Rihayê, Ên Foçayê Jî Ne

Êrîşkarên Rihayê, Ên Foçayê Jî Ne

04 Eylül 2012 Salı 15:09
Êrîşkarên Foçayê hatin dîtin. Hat tespît kirin ku êrîşkarên ku li navçeya Wîranşehîra Rihayê, yek mirî û yek jî birîndar hatibûn girtin, êrîşa li Foçayê jî kirin e.

Hêzên ewlakariyê xwestibûn li ser rêya Wîranşehîr û Ceylanpinarê wesaîteka bi guman  bisekinînin. Lê ji hundirê wesaîtê gûle hatibû reşandin ser polîsan. Hêzên ewlekariyê  di gavê de bersiv dabûn û di pevçûnê de êrîşkarek mir, ê din jî birîndar hat girtin.

Li ser endamên rêxistinê, 2 heb demançe, Narincokek û belgeyeke sexte hatibû dîtin. Hêzên ewlekarî der heqê vê bûyerê de lêkolîneke berfireh kirin û hat diyar kirin ku endamên rêxistinê di meha Tebaxê de ji Sûriyê hatine Tirkiyê. Hat tespit kirin ku endamên rêxistinê  ji bo çalakiyan li aliyê Manisa û Îzmîrê jî geriyan e. Di encama îstîxbarat û xebatên teknikî de hat tespit kirin ku heman kes êrîşa li Foçayê jî lidarxistine.

Di êrîşa ku tê de   2 esker mirê û 10 esker jî birîndar bûn de, şopê tiliyê ya li ser bombeya  teqandî hat girtin.  Ev şop û  bi şopên tiliyên van êrîşkaran  wek hev derketin.

5 kesên ku hat diyar kirin alîkarî dane êrîşkaran, li Îzmîr û Rihayê hatin binçav kirin.

(xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler