Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ez bi diya xwe re bi Zazakî diaxivim

Ez bi diya xwe re bi Zazakî diaxivim

14 Mart 2012 Çarşamba 15:50
Hunermendê kurd Mahsun Kirmizigul, diyar kir ku ew bi diya xwe re tim bi Zazakî diaxive.

Diyarbekir 14 Adar – Hunermendê kurd Mahsun Kirmizigul, diyar kir ku ew bi diya xwe re tim bi Zazakî diaxive û heta wî dest bi dibistanê nekiriye jî diya wî yek peyvek bi tirkî nizanîbûye.

Hunermendê kurd ku li Tirkiye û cîhanê navdar e Mahsun Kirmizigul, di twittera xwe de, li ser bûyerên dawî û kurdî nêrîna xwe parve kir.

Hunermend Kirmizgul ku niha li Herêma Federal a Kurdistanê li ser Helebceyê fîlmekî sînemayê dikişîne, aşkera kir ku heta wî dest bi dibistanê nekiriye diya wî yek peyvek bi kurdî nizanîbûye û wiha nivîsand: “Diya min piştî min dest bi dibistanê kir, tirkî hîn bû. Zazakiya min pir baş e. Ez hê jî bi diya xwe re bi Zazakî diaxivim. Ez di TRT 6ê de bernameya ‘Venge ma’ temaşa dikim. Pir hestiyar dibim.”

Kirmizigul, ketina doza şewitandina 37 rewşenbîrên li Sêwasê jî weke biryareke xelet nirxand û xemgîniya xwe ya mirina 11 karkerên li Stenbolê jî wiha vegot: “Di çadirên naylon de, malbatên dilşewat ên van kedkaran pirsa ‘Mirina însanan evqas erzan e?’ kirine.”

Kirmizigul, di twittera xwe de kuştina Ceylan Onkola 14 salî û Ugur Kaymazê 12 salî jî bi bîr xist û nêrîna xwe wiha parve kir: “ Ceylan Onkola 14 salî bi topa hewanê û Ugur Kaymazê 12 salî bi 13 guleyan hatin kuştin. Bêwijdaniyê dad qetil kir.”

AKnews

Diğer Haberler