Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ferhenga Navên Kurdî Derket

Ferhenga Navên Kurdî Derket

21 Aralık 2012 Cuma 13:39
Heta niha gelek ferhengên cur bi cur bi zimanê Kurdî derketibûn vê carê 'Ferhenga Navan' derket.

"Ferhenga Navan" ku ji aliyê Mustafa Uzun ve hatiye amadekirin, ji Weşanên Avestayê derket. Pirtûk ji du beşan pêk tê; navê keçan û navê kuran. Di ferhengê de navên bi her sê zaravayên Kurdî; kurmancî, kirmancî û soranî cih digrin.

Mustafa Uzun li ser amadekirina ferhengek wisa vê dibêje: “Fikra berhevkirina navên Kurdî ji zû de di bîra min de bû. Piştî mirina kekê min Mehmed Uzun, min xebata civandina navan bileztir kir. Dema Xwedê jê razî Mehmed nexweş bû, ew ji bo tedawiya nexweşiya xwe, li nexweşxaneya Venî Vidî ya Diyarbekrê bû. Hingê ez jî qasî 4-5 hefteyan li ba wî mam.

Rojekê Dr. Fîkrî Kutlay û xortek hatin oda Mehmed. Di hembêza wî xortî de zarokekî pêçayî hebû. Dr. Fîkrî got: Berî nîv saetê keçeke vî xortî û jina wî hat dinê. Ew dixwazin Mehmed Abê navê wê lê bike. Mehmed raketibû. Fikrî ji wî xortî re got: Tu dibînî Mehmed Abê razaye, hema ez kefîlê wî, bila navê keça te Zerya be, jixwe navê keça Mehmed Abê jî Zerya ye, ew ji vî navî hez dike. Xort bişirî û pirsî, got: Wateya Zerya çi ye? Min got: Bi tirkî Deniz e.

Dema Mehmed şiyar bû, min jê re mesela hatina Dr. Fîkrî û xortê nû bûyî bav kir. Me dest bi sohbeta li ser navên Kurdî kir. Min got, divê mirov navên Kurdî digel wateyên wan kom bike û çap bike da ku her kes bikaribe bi hêsanî ji xwe re navan hilbijêre. Mehmed li min nêrî û bi dengekî nerm got: Birako bi gotina divê nabe, hema tu ji îro û pê ve dest pê bike û navan bicivîne. Min jî hema bi carekê de got; de ji te re soz ez ê vî karê bikim."(Xeberên Kurdî)

Diğer Haberler