Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ferhengeka nû ya kurdî li dezgeha Aras hat çapkirin

Ferhengeka nû ya kurdî li dezgeha Aras hat çapkirin

27 Mayıs 2012 Pazar 06:26
Ferhenga Kurdî-Farsî ya “Kawe”, ku ji aliyê nivîskarê kurd, Ebdullah Îbrahîmî ve hatiye nivîsandin, ji aliyê dezgeha Aras ve hat çapkirin.

Ferhenga Kurdî-Farsî ya “Kawe”, ku ji aliyê nivîskarê kurd, Ebdullah Îbrahîmî ve hatiye nivîsandin, ji aliyê dezgeha Aras ve hat çapkirin.

Ferhenga “Kawe”, ji 95 hezar peyvan û 2000 rûpel pêk tê û di 3 cildan de hatiye weşandin. Nivîskarê ferhengê, Ebdullah Îbrahîmî, ji AKnewsê re got, min ji sala 1997 ve dest bi nivîsandina ferhengê kiriye û vê dawiyê karê nivîsandinê qediya.

Îbrahîmî, diyar kir, ferhenga Kawe, ji 95 hezar peyv pêk hatiye ku ji farsî bo kurdî (soranî) hatine vegerandin û wiha pêde çû, “Min dixwest di vegerandina peyvan de ji zaravên din ên kurdî wek kurmancî, zazakî… jî sûd werbigirim lê jêderên wan zaraveyan li ber destê min tunebûn.”

Nivîskar Îbrahîmî, got, min ji ferhengên kurdî wek ferhenga Hejar, Gîwî Mukriyanî, ferhenga Gulî, ferhenga Hejîr, ferhenga Govend û ferhenga Zenna û her wiha ferhenga kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê sûd wergirtiye.

Ebdullah Îbrahîmî, sala 1947 li gundekî bajarokê Pîranşar (Xanê) yê Kurdistana Îranê ji dayik bûye û bekeloriya aboriyê xwendiye.

AKnews
 

Diğer Haberler