Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Filistîn weke ’dewleta çavdêr’ hate pejirandin

Filistîn weke 'dewleta çavdêr' hate pejirandin

30 Kasım 2012 Cuma 13:25
Di dengdana Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Filistîn bi 138 dengên ‘erê’, wek “dewleta çavdêr ya ne endam” hate pejirandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), dengdan şevê din li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk hat. Rêveberiya Filistînê ji bo ku wekî “dewleta çavdêr ya ne endam” bê pejirandin serî li Neteweyên yekbûyî dabû. Di dengdanê de ji 198 welatan, 138 welatan dengê ‘erê’ û 41 welatan, dengê ‘bêlayen’ û 9 welatan jî dengên ‘na’ bikar anîn. Li gorî vê yekê Filistîn weke ‘dewleta çavdêr ya ne endam’ hat pejirandin.

Heyetek çûbû New Yorkê

Di Lijneya Ewlekariyê ya NY'ê de pirsgirêka statûya Filistînê ku rastî astengiya vetoyê ya Emrîkayê dihat, rêveberiya Filistînê hewil dida di Lijneya Giştî de çareser bikin. Beriya ku civîna Lijneya Giştî destpê bike, heyetek ji rêveberiya Filistînê çûbû New Yorkê. Heyetê, ji bo ku herêma Filistîn weke “dewleta çavdêr ya ne endam” di Lijneya Giştî de bê naskirin, serî li Sekretertiya Giştî dabû.

Par jî Vatîkan û Swîsreyê bi vê rêyê di NY’ê de mafê nûnertiyê qezenc kiribûn.(Rûdaw)

Diğer Haberler