Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Filmekî dokumentî rewşa Herêma Kurdistanê nîşan dide

Filmekî dokumentî rewşa Herêma Kurdistanê nîşan dide

07 Temmuz 2012 Cumartesi 21:48
Filmeke dokumentî ya bi navê ‘Hêlîn’ ku behsa rewşa Iraqê bi giştî û bi taybet rewşa îro ya Herêma Kurdistanê dike, pêvajoya wê ya dawî ya montajkirinê bi dawî bû û niha gihişt qonaxa danîna mûzîkê.

Li gor raporekê ragihandina giştî ya filma Hêlîn a ku kopiyeke wê ji Rûdawê re jî hatiye şandin, film berhema herî nû ya sînemavanê ji Mihabadê Îbrahîm Seîdî ye û ji berhemanîna Ebas Xezalî ye. Di van rojên dawiyê de qonaxa montajkirina wê temam bûye û gihiştiye qonaxa danîna mûzîkê. Niha mûzîkvanê navdar û xwedî ezmûn ê Îranî Hûsên Xelîlzade mûzîka filma Hêlîn dirûst dike.

Filma Hêlîn, wekî berdewama filma dokumentî ya ‘Daykanî Min-Dayîkên Min’ e ku derbarê rewşa borî ya kurdan a li Iraqê de hatibû dirûstkirin. Ev filma nû jî behsa rewşa îro ya Herêma Kurdistanê dike.

Filma Hêlîn bi dîtina malbateke li Herêma Kurdistanê hewl dide ku rewşa îro ya Iraqê li ber çavan bigre.

Stafên amadekirina filma Hêlîn evin:

Plandanîn, lêkolînvan û derhêner: Îbrahîm Seîdî

Berpirsê plan û berhemhênan: Ebas Xezalî

Wênegir û montaj: Îbrahîm Seîdî

Mûzîk: Hûsên Elîzade

Berpirsê berhem: Ferzîn Kerîm

Deng û mîksera deng: Îbrahîm Seîdî

Fotografer û alîkarê montaj: Gezîze Paknehad

Alîkarê wênegir û hevahengî: Ferhad Kerîm

Şêwirmendê karûbarên nîzanî: Xazî Mele Salih

Vegotin: Ezîz Ebasî, Barzan Mele Xalid û Qadir Dadxwa

Anîmaysyona komputerî: Îrec Heqîqî Pûr

Bi tevlîbûna: Malbata Ehmed Şêx Resûl

Ragihandina giştî: Mensûr Cîhanî û Menûçêhir Cîhanî

Berhemhênan: Ebas Xezalî

Dem: 56 deqîqe / Format: HD

Berhemê: Herêma Kurdistan-2012

Rûdaw

Diğer Haberler