Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Gabriel Garcia Marquez êdî nikare binivîse

Gabriel Garcia Marquez êdî nikare binivîse

07 Temmuz 2012 Cumartesi 23:50
Nivîskarê navdarê Kolombiya, Gabriel Garcia Marquez, bi nexweşiya “jibîrkirin û dînbûnê” ketiye û êdî nikare karê xwe yê nivîsandinê bidomîne.

Li gorî medyaya cîhanê, birayê Gabriel Garcia Marquez, Xayme Garcia Marquez, diyar kir, birayê wî bi nexweşiya jibîrkirin û dînbûnê ketiye lê tenduristiya wî ya fîzîkî baş e.

Xayme Garcia, got, Gabriel ji ber ku sala 1999 bi nexweşiya şêrpenca lenfan ketibû, laşê wî gelekî şikest û heta ber mirinê jî çû lê bi derzî û dermanan li ser xwe ma lê sîstema parastina laşê wî jî zirarek mezin dît.

Xayme Garcia, wiha domand, tenduristiya wî baş e, mirov dikre pêre qise bike lê êdî nikare pirtûkan binivîse.

AKnews

Diğer Haberler