Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Gelê Kurd Parçeyeke Şoreşa Sûriyê ye

Gelê Kurd Parçeyeke Şoreşa Sûriyê ye

03 Ekim 2012 Çarşamba 08:03
Serokê PYDê Salih Muslim li Stockholmê beşdarî civînekê bû, derbarê Bihara Ereban de fikr û ramanên xwe anî ziman.

Muslim îdia kir ku gelê Kurd parçeyeke şoreşa Sûriyê ne, bi bedela çi jî be gelê Kurd dê bigihîje mafên xwe. 

Serokê PYDê got ku li Sûriyê şoreşeke mafdar pêk tê û sepandinên rejîma Beas li dijî Kurdan jî wiha vegot: “Gelên Sûriyê, azadî û demokrasiyê dixwazin. Em jî parçeya gelên Sûriyêne û niha têkoşîna azadiyê didin. Belê li Sûriyê zordarî hebû li ser Kurdan du zordarî hebûn. Ziman û axên me ji me girtin. Derfeta mafê nav dayîna zarokan bi Kurdî jî ya me tinebû. Em wek Kurd, li dijî van tedeyan tevgeriyan û gelek zordarî dît. Em ketin girtîgehan. Rejima Sûriyê di sala 1990’an de bi Tirkiyê re lihev hat û li dijî Kurdan êrîş û zordariyên giran pêk anî. Piştî serhildana Qamişloyê bi hezaran însanên me hatin îşkence kirin. Şehîdên me çêbûn. Vaye rejîma Beasî li dijî Kurdan wiha tevgeriya.”
 
Muslim dest nîşan kir ku hin kes dixwazin yekitiya Kurdan xirab bikin, lê dê destûrê nedin ku yekitiya wan xirab bibe.  (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler