Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Gelê Rojavayê Kurdistanê daketin qadan

Gelê Rojavayê Kurdistanê daketin qadan

30 Temmuz 2012 Pazartesi 23:47
Ji bo pîrozkirina Konseya Bilind ya Kurdan, li tevayî rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna sedhezaran xwepêşandan hatin duristkirin.

Ji bo pîrozkirina Konseya Bilind ya Kurdan ku di encama îtîfaka her du Meclîsên Kurdan yên Rojavayê Kurdistanê de hate avakirin, li tevayî rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna sedhezaran xwepêşandan hatin duristkirin.

Ji Qamişloyê heta Efrînê, ji Kobanê heta Dêrîka Hemko, ji Amedê heta bajarê duwem yê herî mezin yê Sûriyeyê Helebê roja Yekşemê bisedhezaran Kurd daketin qadan.

Bi slogana “Şandeya Kurd ya Bilind nûnerê mine” li her aliyê Rojavayê Kurdistanê meş pêkhatin. Di xwepêşandanê de alên Kurdan û serokên Kurdan hatin bilind kirin.

Di nava van de posterên Abdullah Ocalan û ji rêberên Kurd yên sedsala 20. û damezirênerê PDK’ê Mûstefa Barzanî ku li rex hevbûn bal kêşandin.

Di xwepêşandana de wêneyên Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê û serokê YNK’ê Celal Telabanî jî hatin hilgirtin.

Di meşên ku hate dîtin piraniya wan jin bûn, her wiha yekîne û komîteyên parastinê ewlehiya meşê girtin.

Bajarên Kobanî, Efrîn, Amûdê û Dêrîka Hemko ku di 19-20’ê Tîrmehê rêveberiya wan ket destê gel, gelê van herêman da ketin kolana. Weke din li bajarên Dirbesiyê û Serêkaniyê jî meşên bicoş hatin pêkanîn.

Di xwepêşandana de wêneyên milîtanên Kurd yên jiyana xwe ji dest dayîn hatin hilgirtin. Her wiha pankarta mezin ya li ser “Konseya Bilind ya Kurdan nûnerê mine” nivîsî kete berçav.

Bajarê duwem yê mezin yê Sûriyeyê Helebê jî ku qasî 600 hezar Kurd lê dijîn jî qasî 50 hezar Kurd daketin qadan. Bajarê ku ji ber pevçûnan tengasiya zad, ceyran, ragihandin û çûnûhatinê dikêşe û her ku diçe girand dibe, Kurd li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kombûn. Ewlekariya her du taxan jî ji aliyê yekîneyên paratinê vet ê girtin.

Li Helebê li gel pankartên silavkirina YPG’ê, wêneyên 3 Kurdên ku di 26’ê Tîrmehê ji aliyê rejima Bees ve hatin kuştin jî hilgirtin.

Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê ku PYD jî di nav de ye û Meclîsa Netewî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) di 24’ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo ku bajarê Kurdan yê herî mezine, îlana damezirandina “Konseya Bilind ya Kurdan” da bû.

Meclîsa Gel û Meclîsa Netewî ya Kurd ku rêxistina sîwanê ye, di 9-10’ê Tîrmehê de li Hewlêrê hevdîtin pêkanîbûn û piştre biryara yekbûna hêzên xwe girtibûn. Heyeta Bilind ya Kurdan û komîteyên jêr ku bi 7 madeyan di hizûra Serokê Herêma Federal ya Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatibû îmzekirin.

Heyeta Bilind dê Kurdan hem li hundir û hem jî di qada navnetewî de temsîl bike. Di Heyeta Bilind de, 5 ji MGRK û 5 jî ji ENKS’ê bi giştî 10 kes cih digirin.(ANF)

Diğer Haberler