Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Gelo Rakeşiya Barzanî û BDPê Li Washingtonê Jî Didome?

Gelo Rakeşiya Barzanî û BDPê Li Washingtonê Jî Didome?

25 Nisan 2012 Çarşamba 13:04
Serokê BDPê Selahattin Demîrtaş li Washingtonê bi rojnamegerên Tirk ve hate ba hev û derbarê pirsa Kurd de axivî.

Demirtaş daxuyaniya Serokwezîr ya ku ‘PKKê çeka dayne em ê jî operasyona bi rawestînin’ jî nirxand û got: “Helbet em jî dixwazin ku tundî bisekine. Li gor min Serokwezîr daxuyaniyeke ku PKKê kelecan bike, nekir; heke Erdoğan piştî gotina xwe be, ev tê wateya agirbesta fîîlî; divê vê eşkere bêje.”

Demîrtaş pirsa ‘Gelo PKK bibe wek Hamasê?’ jî wiha bersivand: “Ez yeqîn dikim ku him Amerikayê him jî Ewropayê lîsteyên rexistinên terorê werin guherandin. Ez dixwazim ku PKK jî zêdetir berê xwe bide çareseriya siyasî, an jî çareseriya der tundiyê lê divê hikumet ji rê bide meyleke wisa.”

Demirtaş, pirsa hûn ‘biryara Barzanî a ku heke hewcebe em ê azadiya xwe îlan bikin’ çawa dinirxînin jî wiha bersivand: “Belê mafê gelan heye ku azadiyên xwe îlan bikin lê heke bedela wê şerên nîjadî û xwîn rijandin be divê mirov baldar be. Rewşa Iraqê niha ji bo azadiyê misaît nine.”

 Demîrtaş pêwendiyên wan û PKKê jî wiha nirxand: “Di navbera me û PKKê de pêwendiyên organik tuneye.”   (xeberenkurdi)

Diğer Haberler