Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Gelo Tirkiye û Lûbnan Herêmên Tampon Ava Dikin?

Gelo Tirkiye û Lûbnan Herêmên Tampon Ava Dikin?

12 Nisan 2012 Perşembe 14:54
Ji Sûriyê, beriya dawîbûna dema ku di plana kofî annan hatibû dayîn, daxuyaniya agirbestê hat kirin.

Lêbelê niha ji bo kesên ku ji Sûriyê revîne Tirkiye û Lûbnanê herêma tampon û alîkariya mirovahiyê hate rojevê. Nêzî saleke ku ji Sûriyê dîmenên wiha tên.

Rayagiştiya Navneteweyî her çiqas weke sedema van dîmenan rêveberiya Şamê tavanbar bike jî, nikare bi yekdengî li hemberî Şamê bisekne.

Plana ku weke alternatîfa dawî hat danîn ser masê jî dîsa ji Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan hat. Îro, ji bo plana ku Kofî Annan amade kiriye û ji 6 xalan pêk tê, dixweze ku tundî bê rawestandin, esker ji bajaran bên vekişandin û di rojê de 2 saet alîkariya mirovahiyê bên kirin. 

Di vê çarçoveyê de têgeha ku “hemû îxtîmal li ser masê ne” ya Tirkiye tim tim bi lêv dike û alternatîfa herêma tampon jî di rojevê de ye. Heke ev herêma tempon di nav sînorê sûriyê de were avakirin, lazime ku bi eskeran ve jî were parastin.

Lê Dibe ku ev jî bibe sedema pevçûnê. Û bi serde jî dibe ku sivîl jî tevli vê pevçûnê bibin. Di vir de mijara ku tê niqaş kirin eve; kesên ku biryar digrin û raya giştî ya navneteweyî çiqas li ser vê disekinin. Ji bo ku Amerîka û Fransa qasî lîbyayê dil nakin, gumana herêma tampon jî lawaz dimîne.

Di sala 1991’an de gelek kurd ji ber rejîma Saddam hatibûîn tirkiyeyê, ji bo parastina wan herêma ji firînê re qedexe hatibû îlan kirin. Niha ji bo Sûriyê jî tiştekî wisa li ser masê ye.

Lêbelê her çiqas agirbest pêk bê jî,  divê ji bo bi hezaran kesên ku reviyane Tiriye û Lûbnanê vegerin malên xwe û alîkarî bê dayîn gelê Sûriyê jî rêgeheka alîkariyê hewce ye.

Serokwezîr Erdoğan di hevdîtina bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama re ya ku li Seulê pêk anî de jî di mijara alîkarî birina  Sûriyê de li hev hatibûn. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler