Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Generalê amerîkî Joseph Votel çû Rojava

Generalê amerîkî Joseph Votel çû Rojava

25 Şubat 2017 Cumartesi 13:24
Fermandeyê Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, General Joseph Votel serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi berpirs û fermandeyên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) civîn pêk anîne.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Telal Silo îro înê 24ê Sibata 2017ê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku general Joseph Votel serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û bi rayedarên HSDê re civîn pêk anîne.

Telal Silo got: “Weke tekezkirinek bo piştgiriya Amerîkayê ji bo hêzên me, piştî serdana senatorê amerîkî John McCain û hevdîtinên wî bi serkirdeyên me re û tekeziya wî li ser piştgiriya me, Fermandeyê Hêza Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn, General Votel îro serdana herêman di bin kontrola me de kir”.

Silo herwiha da xuyakirin: “Votel çend hevdîtin bi fermandeyên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk re pêk anî”.

Berdevkê HSDê destnîşan kir: “Encamên civînan erênî bûn û têde behsa pêşketinên operasyona Xezeba Firatê û herwiha mijarên leşkeriyên hevbeş hat kirin”.

Pêştir jî rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê belav kiribû, ku senator komarîxwaz ê amerîkî, John McCain hefteya bihorî bi awayekê nihênî serdana herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li gorî wê raporta rojnameya amerîkî, McCain li Kobanî bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk û berpirsên Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) re jî hevdîtin pêk anî.

Hatiye ragihandin, ku serdana McCain bo Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya geşta wî ya bo welatên Rojhilata Navîn çêbûye, ku serdana welatên Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê kiribû.

Rûdaw

Diğer Haberler