Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ger Çareser Bikira, Cihê Me BDP Bû

Ger Çareser Bikira, Cihê Me BDP Bû

03 Kasım 2012 Cumartesi 07:59
Nivîskar - siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay polîtîkayên BDPê û grevên birçîbûnê nirxand.

Burkay got; eşkereye ku partiyên girseyî jî nikarin pirsgirêkê çareserbikin. Ger wisa buya meye jî di BDPê de cihê xwe bigirta.

Helbestvan û siyasetmedar Kemal Burkay piştî derbeya 12 Îlonê ji welêt çûbû û piştî 31 salan vegera. Tê çaverêkirin ku di dawiya vê hefeteyê de, di kongreya Hak-Parê de bibe serokê partiye û dîsa vegere siyaseta aktif.   

Burkay vegera xwe ya siyaseta aktif wisa vegot:

Wextê ezli derveyê welêt bûm jî min piştgirî dida Hak-Parê. Jixwe min ji berê jî piştgirî dida partiyên nêzî fikrên xwe, ne yên hêzdar û girseyî. Hineka min û AK Partiyê lihev kirin, ji sedema ku helwesteke erênî çêbûye. Lê di siyasete de ji berê xîzeka min heye. Ez ne dijminê AK Partiyê û CHPê me. Baweriya min bi diyaloga erênî heye. Lê partiyên giştî tu çareserî nedanîn holê. Ma pirsa Kurd çareser kirin? gelo BDPê jî karî wezîfa xwe bîne cih? Ger BDPê wezîfa xwe bianiya cih, belkî ez jî niha di BDPê de bûm. dema mixatebî dibe mewzûbehs Îmraliyê nişan dike BDP. Lê divê ne wisa ve.

Lazime politikaya îro ne mîna ya 30 – 40 sal berê be. Li gor me bi şiddete tu pirs nayê çareserkirin. Sedemeka ku min Hak-Par hilbijart ev e. Em dibêjin federasyon. Em nabêjin bila ev dewlet dabeş bibe.  Em li ser bingeha wekheviyê çareseriyê dixwazin. Di vê mijarê de fikra me teqez e.

‘Rojiya mirinê xelet e’

Li gor min xelete ku greva birçîbûnê vegere rojiya mirinê. Rêbazek wisa encex ji bo demek kurt dikare bê sepandin. Lê divê heyata ti kesî nekeve xetereyê. Ji ber vê ev çalaki hem ne heweceye û hem jî bêwexte. Daxwaz rastin ,lê ne bi rêbazek wisa.

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler