Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Ger pirsa kurd çareser nebe, wê rê cûda bibe’

'Ger pirsa kurd çareser nebe, wê rê cûda bibe’

23 Ekim 2012 Salı 08:16
Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan bi tundî bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan da.

Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan ên têkildarî Zerduştî û Êzidîtiyê re dan û ji bo Serokwezîr re got: "Di rewşa nizane çi dibêje" de ye û wiha got: "Ji rêveberiyên herêmê yên Tirkiyeyê re û gelek mijarên din ên ji Meclîsê re derbas dibin muxatab BDP yanî em in. Têkildarî daxwazên PKK'ê muxatab Qendîl û Îmrali ye. Ev yek gelek zelal e."

Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan bi tundî bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwezîr Erdoganên ên, "Diyar e ev terorîst in. Ev Zerduşt in. Ev behsa Êzdîtiyê dikin. Ayînên wisa dikin" da. Tan têkildarî mijarê re ji DÎHA'yê re axivî û ji serokwezîr re got, "Di rewşekî nizane çi dibêje de ye."

'2 salên Tirkiyeyê man heke çareserî çênebe dê rê cuda bibin'

Tan, diyar kir ku dema daxwazên siyaseta kurd tên rojevê serokwezîr Erdogan li ser olê êrîşî wan dike û ev gotin aştiyê sabote dikin. Tan, anî ziman ku axaftinên Erdogan ên dawî Tirkiyeyê parçe dike û wiha got: "Di nava hesaba dikandariyê ya 'Heke ez li ser ol û baweriyê polemîkê bikim, ez dê ji hilbijêrên Çankiri, Rîze, Yozgat û Kutahyayê dengan bigirim. Ji vê yekê jî ez zirarê nabînim' de ye. Lê ne di ferqa welat perçe dike û her diçe cudakariyê pêk tîne de ye. Em jî li vir bang li wî dikin. 2 salên Tirkiyeyê man. Di nava van du salan de gelek tevgerên li Rojhilata Navîn dê ber bi aliyekî ve biçin. Pirsgirêka kurd jî dê teşeyekê bigire. An Tirkiye dê di çarçoveya biratiya kurd-tirk de ber bi çareseriyekî hevpar a biratiyê ve biçe an jî dê rê cuda bibin."

'Encama mirinên li girtîgehan pêk bên hesab nakin'

Tan, anî ziman ku çalakiyên li girtîgehan di roja 41'emîn de ye û wiha axivî: "Îro di girtîgehan de bi sedan heval û birayên me di greva biçîbûnê de ne. Êdî li ber sînorê minê ne. Heke hêvî ji wan kesan hatibe birîn û terkî mirinê hatibin kirin, hesaba encamekî wisa nakin."

'Serokwezîr Erdogan dujînan dide kurdan!'

Tan, daxuyaniyên serokwezîr ên, "Pêdivî pê hebe ez dê musteşarê MÎT'ê bişînim Îmraliyê. Osloyê bidim destpêkirin" bi bîrxistin û da zanîn ku ligel van daxuyaniyan, Erdogan bi awayekî fermî dujînan dide kurdan. Tan, bal kişand ser daxuyaniya Serokê Komîsyona Makezagonê ya Meclîsê Burhan Kuzu ya "Daxwaza perwerdehiya kurdî guhdayîna şeytan e" û anî ziman ku Kuzu ji daxuyaniyên Erdogan ên "Perwerdehiya zimanê zikmakî dê welat perçe bike" cesaretê digire û wiha got: "Yanî mela wisa kir cemaet jî dê wisa bike. Ji ber vê yekê em bi israr vê yekê dibêjin. Heke behsa çareserî û diylaog bê kirin, heke perwerdehiya zimanê zikmakî neyê kirin, rêveberiyên herêmî pêk neyên û pirsgirêkên birayên me yên li girtîgehan neyên çareserkirin wê demê çima muzakere tên kirin? Hûn çima dikin? Dê ji van muzakeran çi derbikeve. Heke daxwazên kurdan neyên qebulkirin li Tirkiyeyê dê ev birîn hê jî kur bibe. Dê li Rojhilata Navîn hê jî kaos zêde bibe."

'Gelo serokwezîr maşeya pergala kurevî ye?

Tan peyva Serokwezîr gelek caran ji BDP'iyan re dibêje ya "maşa" jî nirxand û wiha pê de çû: "Kî maşeya kê ye, BDP maşeya PKK'ê ye? Serokwezîr di Kongreya Yahudî ya Cîhanê de yekemîn serokê xelat girt ê misliman e. Gelo Serokwezîr maşeya Kongreya Yahudi ya Cihanê ye? Serokwezîr maşeya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e? Yanî Serokwezîr maşeya pergala kurevî ye?"

'Muhatabê meclîsê em in'

Tan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hevserokên Giştî yên BDP'ê di kongreya dawî de gotin têkildarî demokratkîbûnê de muxabatê li Meclîsê em in yanî BDP ye. Têkildarî daxwazên PKK'ê de jî muxabat PKK, Qendîl û Îmrali ye. Ev yek zelal e. Heta niha 56 caran bi Îmraliyê re hevdîtin hatin kirin. Li Osloyê 11 hevdîtin hatin kirin vê yekê dibêjin."(Rûdaw)

Diğer Haberler