Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Germahiya zêde û lehî dê bi dehan salên din jî bidome

Germahiya zêde û lehî dê bi dehan salên din jî bidome

11 Temmuz 2012 Çarşamba 10:54
Zanyaran dan diyarkirin ku dibe germahiya zêde ya îsal û karesatên lehiyê, şert û mercên din ên hewayê bi dehan salên din jî berdwam bikin.

Li gorî encamên lêkolîna ji aliyê Civaka Meterolojî ya Amerîkayê ve hat aşkerekirin, dibe bûyerên avhewayî yên îsal girêdana xwe bi germahiya global re hebin.

Di raporê de bûyer û guhertinên avhewayê yên ji salên 1960’an ve hatin lêkolînkirin û hate diyarkirin ku dibe germahiya zêde û karesatên lehiyê yên îsal çavkaniya xwe ji aktîvîteyên mirovan werbigirin.

Li gorî raporê, li Înglîstanê, di meha berfanbarê de, di van 60 salên dawiyê de serma nîvî nîvî kêm bûye. Li hemberî vê jî rîska germahiyê zêde bûye.

Mirov dikare havîna sala 2012 ji ber gelek bûyerên avhewayê weke demsaleke anormal binirxîne. Li DYA’yê germahî zêde bûn, li Ewropa û Rûsyayê baranên dijwar dibarin. Di encama lehiyên rabûn de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan. ANF

Diğer Haberler