Barzanî dema referandûmê destnîşan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku dê di nav sala 2017ê de referandûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bê encamdan.
Hûmara 97. ya Newepelî Vejîya
Nuştoxanê na hûmare ra Keyaksar Ateş, Abdurehman Önen û Hebûn Stembar reya verên a ke kirdkî nusenê û Newepel de dest pêkenê.
Şîretê Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî
Ey Milletê Kurd! Îttîfaq di qewet, îttîhad di heyat, birayey di se’adet, hukûmat di selamet est o.
Girtîxaneyên Tirkiyeyê Tijî Ne

Girtîxaneyên Tirkiyeyê Tijî Ne

02 Eylül 2010 Perşembe 17:08
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin got, radeya tijîbûna girtîxaneyên Tirkiyeyê ji sedî 105 e û bi radeya ji sedî 127ê, Herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê di rêza yekem de cih digre.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergin got, radeya tijîbûna girtîxaneyên Tirkiyeyê ji sedî 105 e û bi radeya ji sedî 127ê, Herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê  di rêza yekem de cih digre.

Sadullah Ergin, pirsên Parlamenterê CHPê yê Denizliyê Ali Rıza Ertemür, Parlamentera BDPê ya Batmanê Ayla Akat Ata û Parlamenterê MHPê yê Kütahyayê Alim Işık ên ser girtîxaneyan bersivandin. Di bersivê de derket holê ku, radeya tijîbûna girtîxaneyên Tirkiyeyê pir bilind bûye.

Li gorî bersiva Ergin ku, di malpera resmî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de (TBMM) cih girtiye, bi dema 31ê gulana 2010ê radeya tijîbûna girtîxaneyên Tirkiyeyê ji sedî 105 a. Radeya tijîbûnê l Herêma Deryaspî ji sedî 114, Herêma Rojhilata Anatolyayê ji sedî 108, Herêma Ege ji sedî 101, Herêma Başûrêrojhilata Anatolyayê ji sedî 127, Herêma Anatolyaya Navîn ji sedî 95, Herêma Deryareş ji sedî 93 û li Herêma Marmarayê ji sedî 100 e.

Li gorî vê bi radeya ji sedî 127ê, Herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê di rêza yekem de, bi radeya ji sedî 93 jî Herêma Deryareş di rêza dawî de cih digre.

AKnews

Diğer Haberler