Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Gul: Em xwe li kolanên tarî neqelibînin

Gul: Em xwe li kolanên tarî neqelibînin

30 Kasım 2012 Cuma 13:34
Abdullah Gul ji bo fezlekeyên betalkirina destnedana 9 parlamenterên BDP’ê û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk de got: “Di warê destnedanan de divê mînakên berê neyên jibîrkirin."

Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ji bo fezlekeyên betalkirina destnedana 9 parlamenterên BDP’ê û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk de got: “Di warê destnedanan de divê mînakên berê neyên jibîrkirin. Dikare fikr û ramanên herî dij jî bên derbirîn, lê teror nayê qebûlkirin. Ez bangî hemû parlamenteran dikim divê em xwe li kolanên kor û tarî neqelibînin.”

Her wiha Gul destnîşan kir ku di sala 1994’an de destgîrkirina parlamenterên Partiya Kedê ya Demokratîk (DEP) nikarîbûye mesele û arîşeyan çareser bike. Piştî vê daxuyaniya Gul dosyeya fezlekeyên parlamenteran bi îmzeya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek ji Komîsyona Makeqanûnê re hat şandin.

 Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarîxwaz (CHP) Kemal Kiliçdaroglû jî piştgirî da gotinên Serokomar Gul ên der heqê fezlekeyên parlamenterên BDP’ê de. Kiliçdaroglû got ku nabe ku dewlet bi hestan tevbigere, divê bi awayekî tendurist û aqilane  tevbigere.(Rûdaw)

Diğer Haberler