Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Gumana poşmanbûna ji vekirina doza JÎTEMê

Gumana poşmanbûna ji vekirina doza JÎTEMê

04 Eylül 2012 Salı 20:43
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rights Watch - HRW) rapora xwe ya di derbarê darizandina bersûcên destê wan di kuştina faîlê wan nediyar de hene weşand.

Di rapora ji 68 rûpelan pêk tê de cihekî taybet ji bo doza endam û fermandarê Jîtemê Cemal Temizoz a li Amedê hatiye terxankirin. Di raporê de birêveçûna doza Temizoz ê ku bi kuştina gelek Kurdên ji Şirnex û navçeyên wê wekî berpirsiyar tê dîtin, tê rexnekirin û ev peyitandin tênê kirin: "Yên li ser Cemal Temizoz re nayên lêpirsîn. Îfadeya leşkerên girêdayî wî nayên standin û şahidên heyî nayên parastin. Herwiha mexdûr ji ber tehdîtan îfadeyên xwe şûnde dikişînin, xizmên bersûcan rûniştinên mehkemê terorîze dikin û tirsa ketina dozê ji ber serederbasbûna demê wekî şûrê demokles dozê tehdît dike.

Şahid ji tirsa îfadeyên xwe paşde dikişînin

Li gor rojnameya Radîkal nûnera HRW a Tirkiyeyê Snclair-Webb destnîşan kir ku serî li îfadeyên rayedarên artêşê yên di dema Cemal Temizoz de li Şernexê peywirdar bûn qet nehatiye dayin û jiderveyî dozê hatine hiştin. Lêpirsîn ji bo fermandarên beşdarî êşkenceyê bûne û pênavên wan têne zanîn nehatiye kirin. Îsmet Uykur ê bave xwe Ramazan Uykur winda kiriye, ji bo şahidiyê neke hatiye tehdîtkirin. Asker û Rabîa Pekon ên ku cîranê wan pêş çavên wan ve hatibû kuştin, îfadeyên xwe paşde kişandin. Abdulselam Binzet ê li dijî xizmê xwe Kamil Atag ê sercerdevan îfade da, piştî ji mehkemeyê derket, êriş lê hate kirin. Şahidek tenê jî nekirin di nav bernameya parastina şahidan de.

32 daniştinên bê encam hatine lidarxistin

Mehmez Nurî Binzet ê bûyî sedema dozvekirinê, îfadeyên xwe paş de kişandin. Îtirafkar Abdulhakim Guven ê bi pênavê Dolmakalem û Hadir Altug ê bi bernavê Sokak Lambasi ji îfadeyên xwe paşve gav avêtin. Di destpêka danişînan de astsubayên teqawît Mehmet Aksoy û Ahmet Oznalbant ku gotibûn ´komek lêpirsînê´ ya sivîl hebû, di sibata 2011an gotin ku hirbîniyek wisa nayê bîra wan.

Herwiha hate destnîşankirin ku ji êlûna 2009an heta hezîrana 2012an 32 daniştinên dozê pêk hatin lê belê hê jî encamek derneketiye. Ji hêlan din ve hate diyarkirin ku tirsa ketina dozê ji ber serederbasbûna demê wekî şûrê demokles sekinî ye û pirsa gelo bizanebûn hem ev doz û dozên din wisa dirêj dikin hate kirin.(Rûdaw)

Diğer Haberler