Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
HAK-PAR biryara xwe ya referandûmê diyar kir

HAK-PAR biryara xwe ya referandûmê diyar kir

19 Şubat 2017 Pazar 18:12
Serokê Giştî Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) Refik Karakoç got, dê di referandûmê de bibêjin “Na”.

Serokê Giştî HAK-PARê Refik Karakoç li Amedê derbarê biryara xwe ya referandûma guhertina destûra bigehîn a Tirkiyê de daxuyanî da Rûdawê.

 

Serokê giştî yê Hak-Parê dibêje, ji ber ku di destûra bingehîn a were guhertin a Tirkiyê de kurd nayêne qebûlkirin ewê dengê “na” di giştpirsiyê de bikar bînin.

 

Refik Karakoç amaje kir ku di destûra bingehîna nû ya Tirkiyê de ji bo Kurdan ti guhertin nîne û wiha domand:

 

“Heger di vê destûra bingehîn de biçek jî ji bo mafê Kurdan an jî bo demokrasiyiya Tirkiyê ronahiyek hebûya emê dengê erê bikar bînin, lê mixabin nîne. Ji bo me Kurdan tişta herî girîng sistema demokratîk bibe ye. Heger demokratîk bibe ji bo sistema parlamentî yan jî ya serokatî ferq nake, em dikarin herdû sisteman jî qebûl bikin bi şertê demokratîk be. Em berê xwe didin berjewendiyê gelê xwe.”

 

Herwiha Karakoç da zanîn ku sedemên ew dibêjin na û sedemên partiyên din ên Tirkiyê jî ji hev cudana û wiha pê de çû:

 

“Em dixwazin destûra bingehîn a niha ji serî heta binî were guhertin, lê partiyên weke CHPê naxwazin herçar xalên destpekê bêne guhertin. Em dixwazin xalên destûra bingehîn ên Kurdan tine dihesibînin bêne guehrtin le ew dixwazin ew xal wek xwe bimînin.”

 

Biryar e 16ê Nîsana îsal referandûma guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê birêve biçe.

Rûdaw

Diğer Haberler