Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hakan Fidan û Talabanî Li Almanyayê Hatin Ba Hev

Hakan Fidan û Talabanî Li Almanyayê Hatin Ba Hev

11 Ekim 2012 Perşembe 05:43
Rojnameger û nivîskarê Tarafê Emre Uslu îdiakir ku Misteşarê MİTê Hakan Fidan li Almanyayê çû serdana Talabanî.

Li gor Uslu, Fidan ji Talabanî xwest ku ji bo agirbestê alîkariya Talabanî xwest, Talabani ev daxwaz qebûl kir, lê negihîşte tu encamê. Piştî ku Serokkomar Talabanî ji Almanyayê vegeriya çû Iraqê, Ahmet Türk û Aysel Tuğluk çûne serdana wî. Piştrê Tuğluk û Türk bi hin rêvebirên PKKê re jî hatin ba hev ku çi were kirin, nirxandin. Lê rêvebirên PKKê gotin ku heta Apo ji İmraliyê dernekeve hevdîtin nabin.

Uslu îdia dike ku dihat hesibandin plana ku Hakan Fidan amade dikir ji aliyê PKKê û Ocalan dê germ were pêşwazî kirin. Bi vê planê vê tansiyonê bihata xistin û hilbijartin di rewşa asiyê de dê bidomiya. Lê ne Ocalan ne jî PKK ev plan nepejirand.

Uslu dibêje ku Mehmet Öcalan peyamên ku ji Apo girtine bi daxwaza dewletê kêm aniye ziman. Lewra Apo gotiye ku êdî bila êrîşên bê hesab neyin kirin bila êrîşên bi bandor di nav bajarên mezin de werin kirin. Li gor jêderên Uslu, seranserê zivistanê PKKê bi wesaîtên bombebarkirî dê êrîşan pêk bînin. Apo, ji birayê xwestiye ku vê peyamê jî bide PKKê ku êrîş ji bo derketina İmraliyê werin kirin. Heta ku ji İmraliyê dernekeve ji bo agirbestê jî ti rolekî nagre. Ji bo vê jî Karayılan gotiye ku heta Öcalan ji İmraliyê dernekeve hevdîtin nabin. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler