Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
HAS Partî tevlî AK Partîyê dibe

HAS Partî tevlî AK Partîyê dibe

05 Ağustos 2012 Pazar 13:20
Serokê Partiya Dengê Gel (HAS Partî) Nûman Kurtulmuş diyar kir ku ji bo hevgirtina partiya wan û AKPê lihevkirina pêwîst çêbûye

Bi beşdarbûna Kurtulmuş a di nava AKPê de tê çaverêkirin ku dema Erdogan bibe serokomar, wê Kurtulmuş bibe serokwezîrê Tirkiyê.

Serokê HAS Partiyê Nûman Kurtulmuş derbarê hevgirtina wan a ligel AKPê de diyar kir ku xebatên wan wekî hatine plankirin didomin. Kurtulmuş anî ziman ku di mijara hevgirtinê de ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gihane lihevkirine û wê di rojên pêşiya me de agahdariyên berfireh di vê çarçoveyê de belav bikin.

Nûman Kurtulmuş li Erzirûmê bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê hevgirtina HAS Parti-AKPê da û wiha got: “Biryar hat girtin ku herdu partî hev bigrin û em ligel Erdogan gihaye lihevkirinê. Pêvajoya hevgirtinê wekî hatî plankirin didome. Me wekî HAS Partiyê pêvajo bi awayekî zelal ligel serokên bajaran û endamên desteya giştî ya rêveberiyê axivî. Hevalên me gihiştin biryarekî hevpar. Me ev guftûgo kir. Derbarê vê pêvajoyê de ketine di rewşa biryara hevgirtinê de. Biryar di bin banê herdu partiyan de hatiye wergirtin. Min ligel birêz Erdogan li ser pêvajoyê hevdîtina yekemîn çêkir. Di rojên pêşiya me de jî emê li ser zanyariyên hê berfirehtir ên di vî warî de baxivin.”

Li gor şîroveyên di çapemeniya Tirkiyê de tên belavkirin, dema Nûman Kurtulmuş beşdarî AKPê bibe, dema Erdogan bibe serokomarê Tirkiyê, wê Kurtulmuş bibe serokê AKPê. Dema Kurtulmuş bû serokê AKPê jî, wê bibe serokwezîrê Tirkiyê û cihê Erdogan bigre.(Rûdaw)

Diğer Haberler