Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
HDK’ê ji bo muzakereyan kampanya siyasî da destpêkirin

HDK'ê ji bo muzakereyan kampanya siyasî da destpêkirin

09 Ağustos 2012 Perşembe 08:53
Ji bo dawî li pevçûnên zêdebûne bînin û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk HDK’ê kampanyayek siyasî da destpêkirin.

Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) derbarê geşedanên dawî de li Cezayir Restorantê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Parlementerên BDP'ê yên Stenbolê Sebahat Tuncel, Sirri Sureya Onder û Parlementerê Stenbolê Levent Tuzel, Endamê Lijneya Rêveber ya HDK'ê Prof. Dr. Gençay Gursoy û Bircan Yorûlmaz amade bûn. Destpêkê Prof. Dr. Gençay Gursoy anî ziman ku, Tirkiye di pêvajoyek gelek kritik re derbaz dibe û wiha got:

"Me xwest me bi vê hewldana xwe dîsa bêjin li gel şerê tê meşandin dîsa aştî pêkane. Her tişt ji cemaweriyê tê veşartin. Şer, kuştin û birîndar ji welatiyan tê veşartin. Dilê dayîkan xwîn digirî. Wezîrê Parastina Neteweyî dibêje her tişt asayî ye. Serokwezîr hêjmara miriyan dide ber hev. Lazime lezgîn aştî û muzakere bê destpêkirin. "

‘TIRKIYE DIXWAZE SÛRIYEYÊ ALOZ BIKE Û TEVLÎHEVIYAN DERXÎNE’

Pişt re li ser navê HDK'ê Endama Lijneya Rêveberiya HDK'ê Bîrcan Yorûlmaz daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê di rojên dawî de tiştên pir girîng pêk tên û di nava van geşedanan de hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên derve û hundir Tirkiyeyê ber bi talûkeyên mezin ve dibe. Yorulmaz anî ziman ku, AKP dixwaze pêşketinên Sûriyeyê aloz bike û tevlîheviyê bike. Yorulmaz, destnîşan kir ku 2 hefteye li Şemzînanê şer û pevçûn heye û ev yek ji gel tê veşartin û wiha got: "Disa li Colemêrgê OHAL'ê dixin meriyetê. Disa salên 90'an bi paşve vedigerin. Serokwezîr û hevkarên xwe dixwazin her tiştî beravajî nîşan dibin.

MUHATAB GELÊ KURDE

Parlementer Tuzel jî anî ziman ku, her tim xwestine pirsirêka Kurd bi şer û înkarê çareser bikin, lê her tim jî ev polîtîka vala derketiye. Tuzel anî ziman k,u muhatapê pirsgirêkê gelê Kurde û xwest bi nûnerên gelê Kurd re li masê rûnên.(ANF)

Diğer Haberler