Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Hebûna dewleta tirkan li Kurdistanê, ne li gorî daxwaza xelkên Kurdistanê ye’

'Hebûna dewleta tirkan li Kurdistanê, ne li gorî daxwaza xelkên Kurdistanê ye'

29 Haziran 2012 Cuma 00:59
Însiyatîfa Azadî bi boneya salvegera darvekirina Şêx Seîd daxuyaniyek da çapemeniyê.

Însiyatîfa Azadî bi boneya salvegera darvekirina Şêx Seîd daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Rêveberiya însiyatîfê Adem Ozcaner, diyar kir ku daxwaza dewleta tirk ew bû Kurdistanê bi hêjahiyên wê yên olî û neteweyî ji holê rake.

Însiyatîfa Ji bo Maf Dad û Azadiyê (Însiyatîfa Azadî) ku li Amedê hatiye avakirin, bi boneya salvegera darvekirina Şêx Seîd a di 28'ê Hezîrana 1925'an de li gel 46 hevalên xwe hatibû darvekirin, li Qada Deriyê Çiyê daxûyaniya çapemeniyê pêk anî. Li qadê wêneyên Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî hatin vekirin. Daxûyanî bi kurdî û tirkî hatin xwendin. Endamên Rêveberiya însiyatîfê Adem Ozcaner bi kurdî û Adnan Firat jî bi tirkî daxuyaniyê xwendin. Ozcaner, bal kişand ser pêvajoya berî û piştî darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî. Ozcaner, diyar kir ku îradeya dewleta Tirkiyê ya avaker, hukumraniya siyasî xiste bin nîrê Tirkîtiyê û bi vê yekê re hemû îmkanên ku peymaneke hevpar pêk were ji holê rakir. Ozcaner, wiha got: "Daxwaza dewleta tirk ew bû Kurdistanê bi hêjahiyên wê yên olî û milî ji holê rake. Lê belê, Şêx Seîd û hevalên xwe, bi vê yekê razî nebûn." Ozcaner, destnîşan kir ku bi dehan komkujiyên wekî yaê Zîlan, Dêrsim, Roboskê û yên din ku piştî sala 1925'an hatin kirin, helwesta rejîma dagirker û zalim a li hemberî daxwazên xelkê Kurdistanê yên li ser edalet û azadiyê, diyar dikir.

'Hebûna dewleta tirkan li Kurdistanê, ne li gorî daxwaza xelkên Kurdistanê ye'

Ozcaner, da zanîn ku Kurdistaniyan tu carî ev koletî û zihniyeta dagirkeriyê qebûl nekiriye û ev tişt gotin: "Hebûna dewleta tirkan li Kurdistanê, ne li gorî daxwaza xelkên Kurdistanê ye, berovajî wê ye. Lewra vê dewletê hem li hemberî nirxên Kurdistanê yên Îslamî û hem jî yên milî bêperwa tevgeriyaye û îmkanên bi hevrejiyanê nehiştiye. Loma hebûna wê ya eskerî, siyasî û ji her hêlên din ve dijî îradeya gelê Kurdistanê ye."

Piştî daxuyaniyê, mele ji bo Şêx Seîd û hevalên wî dua xwendin.

Diğer Haberler