Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Helbest bêyî Arjen Arî sêwî man

Helbest bêyî Arjen Arî sêwî man

30 Ekim 2012 Salı 18:39
Helbestvan Arjen Arî ku ev demek e ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe.

Helbestvan Arjen Arî ku ev demek e ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, li Nexweşxaneya Taybet a Seyrantepe ya Amedê çû ser dilovaniya xwe. Piştî ku wefata Arî hat bihîstin, nivîskar û helbestvanên kurd ber bi nexweşxaneyê ve bi rê ketin. Arjen Arî yê ku di 1’ê nîsana sala 1956’an de li Gundê Çalê ya Omeriyan a Mêrdînê hate dinê, dibistana seretayî ya dibistana navîn li Nisêbînê xwend. Beşa Tirkî ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê di sala 1979'an de qedand. Di ciwaniya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir. Helbestên xwe yên destpêkê, di kovara Tîrêj de di sala 1979’an de weşand. Pirtûka wî ya yekem, Ramûsana Min Veşartin li Geliyekî, ji aliyê Weşanên Avesta ve di sala 1999’an de hat weşandin.

Gelek berhemên wî hene

Berhemên wî yên wekî; Ev Çiya Rûspî ne, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Destana Kawa, Şêrgele, Çil Çarîn, Gorî û Bindest, Kulîlkên Be’îvan, Payiza Peyvê, Eroûtîka, Bîhoka Li Pişt Sinor, Bakurê Helbestê hene. Helbestên Arî, di kovar û rojnameyên cur bi cur de hatin weşandin. Arî yê ku mala wî li Amedê bû, bavê 4 zarokan e.(Rûdaw)

Diğer Haberler