Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Helepçe, Qamişlo, Roboskî û yekitiya Neteweyî

Helepçe, Qamişlo, Roboskî û yekitiya Neteweyî

16 Mart 2012 Cuma 13:33
Ev bi salane ‘Yekitiya Neteweyî” bûye xewn û xeyala her Kurdekî.

Rastiyek a dîroka Kurdan heye. Di dîrokê de bi dehan komkujî bi ser vî gelî hatine û hewl dane ku Kurdan ji ser rûyê cîhanê paqij bikin. Mînakên vê yên herî aşkere Dêrsim û Helepçe ne. Ji ber pêşneketina teknolojiyê, dîmen û wêneyên Komkujiyên Dêrsimê pir kêm in. Tenê di bîra Kurdan û mirovahiyê de maye. Piştî Dêrsimê, Agirî, Palo, Enfal û Helepçe, Sînema Amûdê, Qamişlo û Roboskî û bi dehan komkujiyên din. Û heta niha jî berdewam dikin.

Îro 16’ê Adarê, bi naveke din ‘Roja Mehşerê ye’. 24 sal beriya niha bi tonan bombeyên gazên kîmyewî ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve li ser Helepçeyê hate barandin. Helepçe bû birînek kûr li dilê hemû Kurdan.

Bi awayeke din, çekên kîmyewî yên ji aliyê welatên Rojavayiyan ve hatibûn çêkirin, bi destê rejîma Seddam li ser Kurdan hatin ceribandin. Têde bi hezaran, jin, zarok, pîr, kal jiyana xwe ji dest dan. Heta niha jî bandora wan gazan li ser erdnîgarî û jiyana mirovên Helepçeyê berdewam dike. Lê divê mirov komkujiyên li Başûrê Kurdistanê hatin kirin, tenê Helepçe nebîne. Helepçe herî zêde di nava raya giştî ya cîhanê de deng veda. Lê belê, bi sedhezaran Kurd ji aliyê rejîma Seddam ve hatin enfalkirin. Heta niha jî hestiyên Kurdan ji bin erdê derdikevin.

Herî dawî, di 13’ê adarê de Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê ragihand ku termê 29 welatiyên Kurd ji gora bi komel a li Çiyayê Hemrînê yê ser bi Parêzgeha Selhedînê hatine derxistin. Sala par jî li bajarê Maharî yê Iraqê goreke komî ya ku 542 Kurdên ku di encama Enfalê de hatibûn qetilkirin hate dîtin. Hestiyên van Kurdan radestê Rêveberiya Herêma Kurdistanê hate kirin.

Jixwe Bakûrê Kurdistanê jî bûye mîna zeviyên gorên komî. Li gorî daneyê rapora sala par ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan Şaxê Amedê ve hate aşkerkirin, li 20 bajarên Bakûrê Kurdistanê bi giştî 253 gorên komî hene û di van gorane de 3 hezar û 248 kes hatine vevaşrtin.

24 sal piştî Helepçeyê. Cîhan bû cîhana teknolojî, agahî û zanîstê. Lê dîsan jî Helepçeyên din bi serê Kurdan tên . 24 sal piştî Helepçeyê, di 28’ê berfanbara 2011 de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê, artêşa Tirk bi tonan bombe avêt ser zarok û ciwanên Kurd û di encamê 19 jê zarok û bi giştî 34 ciwanên Kurd li ber çavên cîhanê hatin kuştin. Dîmenên wê komkujiyê careke din dîmenên Helepçeyê anîn bîra her Kurdekî.

Cîhan, weke beriya 24 salan li Helepçeyê, li Roboskiyê kerr û lal bû. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî komkujiyê spasiya artêşa Tirk kir. Lê yê ku careke din dilê wî birîn bû, Kurd bûn. Li her derê cîhanê Kurd bi dirûşima “Duh Helepçe, Îro Roboskî” rabûn ser piyan.

Her çendî sînor di nava xaka Kurdistanê de sînor hatibin danîn, lê dîsa piştî van komkujiyan careke din hate dîtin ku hestên Kurdan yek in. Çi Bakûr, çi Başûr, çi Rojhilat û çi jî Rojava, birîna Kurdan yek e.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş beriya demekê di Konferansa Mehabadê ya li Hewlêrê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku Kurd her tim ji hev du pirsa “Çima em bindest in?”dipirsin û wiha berdewam kir; “Em dizanin ku bersiva wê pirsê bêtifaqî ye. Eger ku em baş bizanin sedema bindestbûna me bê yekitî ye, ev çax em çima yekîtîya xwe xurt nakin. Gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê êş û kûla hev du dikşînin. Bakûr bo Başûr, Başûr bo Bakûr diêşe. Gava serê Kerkûk û Hewlêrê diêşe, yê Amed, Mehabad û Qamişloyê pêre diêşin. Çarenûsa me yek e û divê ji bo yekitiyê bixebitin. Em wek hêzên sîyasî ya welat bo yekîtîya netewî kar dikin û divê em ji bo vê yekê xizmetê bikin. Ji bo wê em her fedakariyek xwe nadin paş. Gelê Kurd di demeke dîrokî re derbas dibe. Em ê biryara xwe bidin ku di wê demê de li ser riya rast a bo azadîya xwe biçin. Gelê me jî heman biryarê daye.“

Di Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî ya ku duh li Hewlêrê dest pê kir de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axivî û diyar kir; “Heta niha Kurdan tu carê şerê gelên Tirk, Fars û Ereban nekiriye. Kurdan li hemberî zilma van dewletan daxwaza mafê xwe kiriye” û bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurdan. Barzanî diyar kir ku dê Kongreya Neteweyî îsal pêk bê.

Ev bi salane ‘Yekitiya Neteweyî” bûye xewn û xeyala her Kurdekî. Dixwazî li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava, li diasporayê, li kîjan devera ku Kurd lê dijîn, dibe bila bibe, ger referandûmek di nava Kurdan de bi pirsa “Bila Kongreya Neteweyî pêkê an na?” ger ne ji sedî sed be jî, dê ji sedî 90’ Kurdan bêjin ‘Erê’.

Ji ber ku êdî her Kurdek dizane encex Yekitiya Neteweyî pêşî li komkujiyên li ser Kurdan bigire. Û niha jî Kurd li her derê di warê hest de bûne yek. Dibe nêrîn û ramanên cûda hebin. Lê rastiyek heye, Helepçe jî, Dêrsim, Qamişlo û Roboskî jî birîna her Kurdekî ye…

Keywan Estêre / ANF

Diğer Haberler