Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hêlîna Qertelan: Qesra Îsheq Paşa

Hêlîna Qertelan: Qesra Îsheq Paşa

20 Ekim 2012 Cumartesi 11:57
Qesra Îsheq Paşaya ku di nav gel de weke kela behlul paşa tê zanîn, li dinyayê di nav berhemên bijarte de cîh digire.

Qesrbi şikl u rindbûna xwe her tim balê dikîne ser xwe. Ji ber ku li ser zinarekî cîh digire, gelek kes jê re dibêjin “hêlîna qertelan”. Qesra Îsheq  Paşa ya dîrokî ku  li Bayezîda Agiriyê ye di sala 1784an de ji aliye  Îsheq Paşa ve  hatiye çêkirin.  Qesr weke hêlîna qertelan li ser zinarekî cih digire.

Qesr bi 5 mîmariyên cüda ve hatiye çêkirin. Qesra Îsheq paşa piştî qesra Topkapi ya li Stenbolê  duyemîn qesra herî mezin e. ji 116 odeyan pêk tê. Ji van odeyan yek jî odeya zîyafetê ye. Lê belê  dewsa neynikên di odeyê de bale dikişînin. Di her odeyeke Qesrê de şömîne û sîstema kalorîferê heye. Li dinyayê sîstema bûxarî (kalorifer) yekem care ku  li Qesra İsheq paşa hatiye bikaranîn.

Qesr bi gelek taybetiyên xwe ve balkêş e. Di hundirê hewşa qesrê de kanîyek heye. Li gor gotinan bere ji aliyekî vê kaniyê şîr ji aliye din jî av dihat.

Ji aliyekî ve nûjenkirina Qesrê berdewam dike. Mizgefta ku di hundirê Qesrê de cîh digire ev 213 sal in ji îbadetê re girtiye. Heta sere salê wê restorasyona wê temam bibe û mizgeft ji îbadetê re vebe.

Salê nêzî 250 hezar tûrîst tên serdana  Qesrê. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler