Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hemû partiyên kurdan bi hev re Newroz pîroz dikin

Hemû partiyên kurdan bi hev re Newroz pîroz dikin

14 Mart 2012 Çarşamba 15:47
Ahmet Turk, diyar kir ku hemû partî û fraksiyonên kurdan dê bi hev re Newrozê pîroz bikin.

Diyarbekir 14 Adar – Hevserokê KCDê Ahmet Turk, diyar kir ku hemû partî û fraksiyonên kurdan dê bi hev re Newrozê pîroz bikin.

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî destnîşan kir ku ew dixwazin ev Newroz ji bo muzakere û diyalogê bibe fersendeke baş.

Hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên KCDê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, li avahiya Kogreya Civaka Demokratîk, derbarê bernameya Newrozê de civîneke rojnamegeriyê pêk anîn.

Di civînê de hate aşkerakirin ku dê starta Newrozê di 18ê adarê de li Diyarbekir û Stenbolê bê dayîn. Demîrtaş û Tugluk dê di Newroza Diyarbekirê de, Ahmet Turk û Gultan Kişanak jî dê di Newroza Stenbolê de amade bin.

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, diyar kir ku wan weke her Newrozê dîsa ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokdewletê Iraqê Celal Talebanî re vexwendname şandiye.

Turk, diyar kir ku wan di civîneke hevpar de biryar daye ku hemû partî, rêxistin û fraksiyonên kurdan bi hev re Newrozê pîroz bikin.

newrozbernameSelahattîn Demîrtaş jî destnîşan kir ku ew dixwazin ev Newroz ji bo muzakere û diyaloga di navbera PKK û dewletê de bibe fersendeke baş.

Gultan Kişanak jî li jinan banga “bi kincên xwe yên neteweyî tevlî Newrozê bibin” kir.

Hemû axêfkeran da zanîn ku di vê Newrozê de dê piranî peyamên siyasî bên dayîn û ji Tirkiye û Ewropayê jî dê 25 hunermend tevlî Newroza Diyarbekirê bibin.

AKnews

 

Diğer Haberler