Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Her Mirin Qada Siyasetê Teng Dike

Her Mirin Qada Siyasetê Teng Dike

14 Ekim 2012 Pazar 08:51
Hevserokê BDPê Selehattin Demirtaş, beriya kongreya 2emîn a partiya xwe ya ku li salona Ahmet Taner Kişlaliyê were kirin, ji rojnameyekê re axifî.

Demirtaş derbarê girtinên endamên meclîsa partiya xwe de axifî û got di deh salên dawî de nêzî 10 hezar partiyiyên me kirin girtîgehê. Di kongreye de Meclîsa partiye ya ku ji 80 kesî avadibe dê were hilbijartin.

Demirtaş derbarê destnedayina parlmenteran de got ger destnedayîna hevalekê me were rakirin emê bi tevahî têkevin tevgerê. Demirtaş got, hin parlmenterên me û endamên rêxistinê ve rastî hev hatin. Ev yeka ji aliyê medyayê ve pir hatin gir kirin.
 
Selehattin Demirtaş derheqê pêvçûnên dawi de jî wiha pêde çû: “Her roj mirin zêdetir dibin, ji hemû herêmên welat cinaze radibin, ji ber vê yekê qada siyaset kirine jî teng dibe. Ger serokwezîr Erdogan bixwaze, dizane ev pirsgirêka çito were çareser kirin. Lê Erdogan nikare ji hêza îqtîdara xwe nikare veqete.
 
Demirtaş, mîjara rojevê pêşvederketina midurê Ewlekeriya Amedê Recep Guven jî nirxand û got, bertek jî piştgirî jî gelek hatin firandin. Demirtaş, girîngiya daxuyaniya Guven wek rast diyar kir û nirxandina serokwezîr Erdogan jî ji bilî însanî dît. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler