Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Her tizbiyek 10 hezar dolar e

Her tizbiyek 10 hezar dolar e

01 Eylül 2012 Cumartesi 22:21
Li Amedê bi dehan tizbîvan li ber cih û warên dîrokî dezgehên xwe datînin û dest bi firotina tizbiyan dikin. Buhayê tizbiyan ji 10 TL dest pê dike û heta 10 hezar dolaran derdikeve.

Dema mirov li Amedê li ber Mizgefta Mezin, qehwexaneya Nêçîrvanan û hin cihên dîrokî yên li nava Sûrê digere, mirov dibîne bi dehan kes dezgehên xwe danîne û li ser sêpiyan tizbiyên cur bi cur difiroşin. Bi awayeke fermî nebe jî bi awayeke rojane êdî evder bazara tizbîvanan e. Her sêpiyek jî weke dikaneke tizbiyan dixebite. Lê tiştê balkêş ew e ku buhayê tizbiyan heta 5 hezar dolaran derdikeve. 

Tizbîvan havînan li derve lê ivistanan li qehweya kêleka mizgeftê bazara xwe dikin. Ji ber vê yekê navê vê qehwexaneyê bi salan e weke “Qehweya Tizbîvanan” tê zanîn.  Yek ji tizbîvanan Mihemed Akşener, tam 20 sal in vî karî dike. Ew jî weke bi dehan tizbîvanan li ber Mizgefta Mezin dimîne û bazara tizbiyên xwe dike. Akşener, derbarê bazara tizbiyan de ji Rûdawê re axivî. Li gorî Akşener bazara tizbiyan her diçe kêmtir dibe û tama vê piyaseyê jî namîne. Ew tizbîvaniyê weke “pîşeyek” bi nav dike. Berê kesên tizbî difirotin, weke xwediyê dikanên zêringiyan dihatin dîtin. Lewre berê axa, beg û şêxên mezin pir bûn û li gorî van tebeqeyên jorîn tizbiyên buha hebûn. Her axayek û begek tizbiyê xwe ji tizbîvanekî dikirî û hin caran axa û beg ji bo diyarî bikin tizbî dikirîn. Ji ber vê yekê tizbîvanan berê pereyekî pir baş qezenç dikir. Bazara tizbiyan ewqas berfireh e, tizbîvan weke ajokarên qamyonan bajar bi bajar, carna welat bi welat digerin, tizbiyên baş bi dest dixin û tînin li bazarê difiroşin. Akşener, vê yekê wiha vedibêje: “Gelek kes bi bazara tizbiyan dewlemend bûn. Ji bo ku em tizbiyekî baş peyda bikin, carna em diçin Qeyseriyê, Sûriyê û bajarekî din. Em bêhna tizbiyan li ku bigrin, em berê xwe didin wê derê.

‘Kehrîbar 10 hezar dolar e’

Yek ji kesên ku berê tizbî firotine û niha vî karî nake Hacî Kemal e. Hacî Kemal li Amedê ji hêla hemû kesî ve tê naskirin. Tim qelûna wî di devê wî de ye û dûyê titûna qaçax berdide derdorê. Ew tenê ji bo heval, nas û dostên xwe tizbiyan peyda dike. Weke din vî karî nake. Hacî Kemal ku bi salan ev kar kiriye, dibêje heba tizbiyên kehrîbara şidandî bi hezaran dolar dike û tenê dewlemend ev tizbî dikirin. Şerîfê Gomanî jî dibêje heba tizbiyên kehrîbara şidandî heta 10 hezar dolarî derdikeve û çawa nexweşê erebeyan hene nexweşên van tizbiyan jî hene. Helbet ji bo xizanan jî tizbî hene. Lê ev tizbî bi gotina Şerîfê Gomanî “tizbiyê feqîran e” û buhaya wê ji 10 TL dest pê dike. Dikandar û hin kesên ku xwedî kar in jî tizbiyên ku buhayê wan 100 lîreyî ne bi kar tînin.

Li gorî gotina tizbîvan Apê Seîd heta stres neqede bazara tizbiyan jî naqede û vê yekê wiha formule dike: “Heta ku çanda kişandina tizbiyan neqede, stres ji holê ranebe dê tizbîvanî bidome. Kesên ku pê dihesin bi kişandina tizbiyan derd û kulên mirov namîne, stres ji holê radibe, careke din dev ji tizbiyan bernadin. Dema mirov tizbî dikişîne, mirov rihet dibe, weke ku barekî pir mezin ji ser milê mirov rabibe.

‘Kevirên tizbiyan ji nexweşiyan re baş in’

Li gorî gotina tizbîvanê Eladîn Zengîn kevirên kehrîbara dilop û kehrîbara şidandî ji gelek nexweşiyan re baş e. Tizbîvan di wê baweriyê de ne ku kehrîbara zer nexweşiya zerikê baş dike û ger zû bê tespîtkirin bi tizbiyên kehrîbara dilop mirov dikare ji nexweşiya guatirê xilas bibe. Yên Amedê hêj vê bazarê bi awayeke amatorî dimeşînin lê li hin bajarên weke Qeyserî û Konyayê tizbîvan li ser înternetê bi katalogan reklama tizbiyên xwe dikin û bi kartên krediyê, bi teqsîdan tizbî difiroşin.(Rûdaw)

Diğer Haberler