Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Heta dawiya salê Rûdaw TV dest bi pexşê dike’

‘Heta dawiya salê Rûdaw TV dest bi pexşê dike’

09 Ekim 2012 Salı 21:12
Berdevkê kompaniya Rûdawê diyar kir ku di nava hewldanan dene, wê heta dawiya salê pexşa Rûdaw TV biqede.

Berdevkê kompaniya Rûdawê diyar kir ku di nava hewldanan dene, wê heta dawiya salê pexşa Rûdaw TV biqede û got: “Wekî piraniya kanalên ragihandinê yên li Kurdistanê, em jî sûd ji arîkariya vê herêmê werdigrin.”

Berdevk û berpirsê karînên mirovî yê kompaniya Rûdawê Fazil Necîb ji malpera Xendan re axivî. Necîb got: “Di nava hewldanên berdewam de ne ku ji bo heta dawiya salê karên xwe biqedênin û ji bo tora medyaya me dest pê bike. Em dixwazin her ji despêka pexşa bernameyên xwe de, weşana me 24 saetî be.”

Niha kompaniya Rûdaw rojnameyek heftane ya bi navê Rûdaw li Herêma Kurdistanê, herwiha rojnameya Rûdaw Werzêşî û li Elmanya jî Rojnameya Rûdaw Çapa Ewrûpa bi herdu zaraveyên Kurmancî û Soranî derdixe. Fazil Necîb got: “Kanalekî nûçeyan a kurdî ya nû û radyoyek bi heman navî tê danîn. Wê ofîsa serekî li Hewlêrê be û wê li bajarên din ên Herêma Kurdistanê jî ofîs hebin.”

Herçendî di demên borî de gelek dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêkên darayî hatin girtin an jî karê xwe rawestandibin, lê berdevkê Rûdawê sedemê berfirehkirin, pêşçevûn û damezirandina Rûdaw TV ji bo berhemê westiyan, dilsozî û destpakiya biraderan vegerand û wiha dibêje: “Sedema ku di vê demê de gelek dezgehên ragihandinê tên girtin, berevajî Rûdaw berfirehtir dibe. Ew dilsozî û emanetparêziya di nava Rûdawê de hatiye peyrewkirin û wê bê peyrewkirin jî.”

Fazil Necîb derbarê çavkaniyên darayî yên Rûdaw TV de jî got: “Wekî piraniya kanalên ragihandinê yên li Kurdistanê, em jî sûd ji hevkariya vê herêmê werdigrin. Biraderan berî me li Rûdawê bi projeyekî biçûk dest pê kirin, lê sal bi sal pêşketin û bi wê heyecana emanetiya pîşeyî mamele kirin.”

Berdevkê Rûdawê di berdewama axaftinên xwe de got: “Ne giringe çavkaniyên dariyî hikûmî yan jî ehlîbin, ya giring ew e ku wê çi berhemê pêşkêşî gelê Kurdistanê bikin. Li Rûdawê dîtina me ew e ku hemû karînên mirovî û madî li ber destê me, emanet û serwetên vî gelî ne. Divê em bi wê heyecana dilsoziyê û zanînê ligel mamele bikin. Bi mîsogerî emê Rûdawê bikin projeyekî nîştîmanî ku welatiyên Kurdistanê û kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê, bi cûdahiya hemû netewe, ol û pîroziyan bi rêzdarî temaşe bikin.”

Berdevkê kompaniya Rûdawê Fazil Necîb bal kişand ser şêweyê karkirinê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Wê awayê kar û bernameyên me cûda bin, eger ne cûda bin, pêwîst nake hebin. Emê hewl bidin ku gelê Kurdistanê ji bûyerên welat û navçeyê agehdar bikin. Ji bilî vê yekê armancekî me ya nîştîmanî heye, emê wê armancê jî bi rêya pisporiya di kar de berceste bikin."(Rûdaw)

Diğer Haberler