Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hevdîtin Bi Kêfxweşî Destpê Kir û Didome

Hevdîtin Bi Kêfxweşî Destpê Kir û Didome

19 Nisan 2012 Perşembe 15:50
Serokwezir Erdoğan û Serok Mesud Barzanî, saet di 14.30an de li qesra Dolbahçeyê hatin bal hev.

Mijarên vê hevdîtinê yên pêşiyê, qrîza rêveberiya li Iraqê û di têkoşîna bi teror de hevkarî ye. Serokwezîr Erdogan beriya vê guftûgoyê, bi musteşarê MÎTê Hakan Fîdan re, hatin li ba hev.

Ji aliyê din ve Recep Tayyip Erdogan, di saetên nîvro de mala xwe ya li Uskudarê de derket û derbasê ofîsa xwe ya Dolbahçeyê bû. Erdogan ewilî, Rektorê Zaningeha Teknîk a Îstanbulê Muhammed Şahin qebûl kir.

Piştî vê hevdîtinê Serokwezîr Erdogan, bi Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan re hatin li bal hev. Ji aliyê din ve tê hêvî kirin ku, Barzanî, bi Cîgirê Serokkomarê Iraqê  Tarik Haşimî re jî, dê hevdîtinê pêkbîne.

Tê zanîn ku, ger derbarê Haşimî de biryara girtinê derket ji Iraqê veqetiya. Tê hêvîkirin ku piştî pêvendiyên li Îstanbulê, Barzanî bi Serokkomar Abdullah Gul û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re jî, li Ankarayê dê hevdîtinê pêkbîne.

Piştî hatina Barzanî şandeyeke BDPê jî çû Amerikayê.  (xeberenkurdi)

Diğer Haberler