Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hevdîtinên dîgel Ocalan û berdana çekan

Hevdîtinên dîgel Ocalan û berdana çekan

03 Ocak 2013 Perşembe 04:39
Di hevdîtinên dîgel Ocalan tên meşandin de, tê armanc kirin ku, pêşi komên PKKê yên li Tirkiyê biçin Herêma Kurdîstanê paşê jî bitemamî dev ji çekan berdin.

Di civîna MGKê ya dawiya salê de TSKê û MİT, derbarê tekoşîna dijî rêxistinê û hevdîtinên dîgel Abdullah Ocalan de, agahî dan endamên lijneyê.

Li gorî rewşê, hêvdîtinên bi Ocalan re baş derbas dibin. Lê li gorî hîn ramanan, bangên Ocalanên yê bi rêya rayagiştî, ji bo pêşveçûna pêvajoyê ne bes e. 

Lewra, bi rêvebirên PKKê yê niha re kirina hevdîtinên nerasterast dibe ku mecbûrî bibe. 

Di peyama pêşî ya pêvajoyê de tê armanc kirin ku,  komên PKKê yên li Tirkiyê vekişin Herêma Kurdîstanê di dawiyê de jî bi temamî dev ji çekan berdin.  

Enqere, ku buyerên li Sûriyê û Iraqê jî dinirxîne, niyet dike ku gavên xwe yên reformê bidomîne.(Xeberên Kurdî)

Diğer Haberler