Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Hevdîtinên li Îmraliyê germ dibin

Hevdîtinên li Îmraliyê germ dibin

04 Ocak 2013 Cuma 12:59
Duh danê sibê şandeya BDP’ê ya ji sê kesan pêk dihat bi Ocalan re hevdîtinekê pêk anî.

Piştî ku dihat gotin ku ji meha Kanûnê ve li ser navê dewleta Tirk rêveberên MÎT’ê û Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan li girava Îmraliya ku lê tê girtin li hev dicivin, duh danê sibê şandeya BDP’ê ya ji sê kesan pêk dihat bi Ocalan re hevdîtinekê pêk anî.

Di şandeya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de Parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata, Parlamenterê Mêrdînê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Alîkara Hevserokên BDP'ê parêzer Meral Daniş Beşdaş ji sê kesan pêk dihat, duh danê sibê di saet 08:00’an de ber bi Girava Îmraliyê bi rê ketin û di saet 15:00’an de vegeriyan Stenbolê. Hevserokê BDP’ê û Parlamenterê Colemêrgê Selahattîn Demîrtaş piştî hevdîtinê ji Nûçe TV re axivî û ev hevdîtina piştrast kir. Demîrtaş got ku dê di rojên pêş de di vî warî de raya giştî bi berfirehî agahdar bikin. Her wiha duh piştî hevdîtinê BDP’yî li Stenbolê civiyan.

Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk 20 sal berê di 8’ê Pûşpera 1993’an de ku hingê Serokê Giştî yê DEP’ê bû jî li bajaroka Barîlyas a Libnanê bi Ocalan re rûniştibû. Di civîna ku digel Turk Serokomarê niha yê Iraqê û Rêberê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan YNK’ê Celal Talebanî û Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî lê amade bûn de PKK’ê agirbest ragihandibû.

Li Enqereyê di otela Ankara Palas de di 5’emîn Konferansa Balyozên Tirk de Rawêjkarê Rêxistina Îstîxbaratî ya Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan jî axiviye û der heqê hevdîtinên li Îmraliyê û PKK’ê de balyoz agahdar kiriye.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Sadûllah Ergîn jî hevdîtin piştras kir û da zanîn ku piştî serlêdana şandeya BDP’ê îcazeya hevdîtinê ji aliyê wezaretê ve hatiye dayîn. Li gora rojnameya Radîkal a Tirkî, Wezîrê Dadê daxuyandiye ku li bendê ne ku ev yek ji bo Tirkiyeyê sûdbexş be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger wekî tê xwestin pêvajo bidome dê ev hevdîtin û pêvajo her biçe berfirehtir berdewam bike.” Ergîn, got ku ji bilî BDP’ê mumkin e kes û aliyên din jî hevdîtinan li Îmraliyê pêk bîne.

Her wiha li gorî nûçeya ‘Haberturk’ê Ocalan ji şandeya BDP’ê re gotiye ku ‘Divê aştî rojek berê rojekê pêk bê’.(Rûdaw)

Diğer Haberler